kiçî asman

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  462 Dîtin
katê şew bałî dekêşê beser çya û deşt û çeman
herêmî cwanî win deka leber çawî nameḧřeman
mangî taban
gewre kiçî daykî asman
dête ser talarî aso, çaw debřête deştî şîn û gwê dedate bilwêrî şwan
leber awêney řûbara denwênê wirşey qij û tirîfey cwan
bîstûme mang ewîndarî nîgay xusrewî xawere
hemû êwaran xor dełê emşew dême dem řûbar û etoş were
mangî zêwîn, hêdî hêdî hemû şewê dête cêjwan
le çawan xew detarênê heta beyan
bełam ke dîtî xor nehat leber tane û lomey însan
defřêtewe taqî berz û pîroz û cwan
ke xor hat û tarîkayî şew biřawe
be xoy dełê kiçê asman ya nehatuwe
ya hatuwe û be întizar newêstawe
be zîzî şwênî cêjwanî cê hêştuwe û diłî zêwînî şikawe
 
xoşewîstim...
hemû diłan wek diłî me bêqerar nîn
lomem meke ewîn hewênî jyane û mang û řojî asmanîş ewîndarin