xezanî nařewa

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  451 Dîtin
řefîqan newbeharî min, xezanî nařewa birdî
melî saway humêdî dił, qel û dałî çya birdî
şika peymane, saqî tazyedare û mutrîban bêdeng
behar û deşt û seyrangem, bełay qewmî seba birdî
şet û serçawe teřřayî biřa, xuřřey nema qelpez
qenarî mird û lał û keř bû bulbul, xunçe ba birdî
were ey ney wekû to kunkun û nałan û řengizerdim
firîştey xemřewên û hawdemim dêwî sya birdî
xemîn û diłişkestî destî gerdûnî cefakarim
hewar û xêł û řeşmałim nema, sozî seba birdî
binûsin medḧî tałan û biroy sermayeyî jînim
diłî sawa temen awa, gułêkî bê wefa birdî
diłim amade bû, tîrî řeqîban tozî neşkênî
keçî şoxê be yek ẍemze û siław û merḧeba birdî
hełałey taze pişkutûm terî awing nebû êsta
şiney serdî pişûy payîz lejêr çetrî şewa birdî
kiçî qijzerdî çawşîn carê qaqay lê neda bo min
ke gurgî çarenûs hat û le dem şîrîn xewa birdî