metełî dunya

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  404 Dîtin
metełzan pîrî mêjûnas
le çawan xew bitarêne
ewey min lêtî dadênim
hełî de û pêm binasêne
ewe çê qet biney naye
gelêk pirsyarî têdaye
wekû gułşen hezar řenge
wekû şayî piř ahenge
wekû yusif le cwanîda
wekû derya le panîda
wekû cennet le lezzetda
wekû dozex le meynetda
wekû fêr’un le qudretda
wekû qarûn le serwetda
wekû kesra le şewketda
wekû ḧatem le nî’metda
wekû řostem le heybetda
wekû dîlan le zîlletda
wekû xusrew le ’îşretda
wekû şîrîn le zînetda
cefay zore û beqay nabê
şeyday zore û wefay nabê
wekû baran le hatnida
wekû çom le hełatnida
le geřdaye wekû aşêk
leber çawan wekû laşêk
wekû kêw her lecêy xoye
wekû espêk lebin toye
hezaran swar û swarçakî
be piřtaw birde bin xakî
metełzan řenge neyzanî
egerçî pîr û zorzanî
ewe dunyaye awaye
şitî awa bekar naye
eger xwa hoşî pêdawî
nekewye şwên û pênawî
biřo řêy pyawetî bigre
be serberzî bijî û bimre