min û meynet

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  441 Dîtin
ey xem û meynet heta demirim be dił hawřêt debim
şadîm der kirduwe were qurbanî xakî pêt debim
jan û awat û humêd û ḧesretim têkeł buwe
ger be şî’rî agirîn dem dem nenałim şêt debim
her şewey tamî xemêkim pê deçêjê řojgar
her xemey sûçêkî cergim dadebêjê çeşnî mar
her kesey cûrêk le ḧałim ḧałîye emnî hejar
ger be esrîn jengî ser dił řanemałim şêt debim
kê dełê mey napesende û muskyere û bê emrîye
kê dełê meyxor le dozexin û řehabûnyan nîye
kê dełê saqî nedîm û şermezarî barîye
min be mey têpeř nekem řojanî tałim şêt debim
ew demey ḧeşrî ’ezîme û gyan le leşda degeřên
ew demey sofî be hîway cam û ḧorî çaweřên
min be xem ’adî bûm xem çake bo min lêm geřên
biçme cennet dêwî şadî bête małim şêt debim