hajey ceẍetû

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  363 Dîtin
ceẍetû xwênî diłî kosaran
ceẍetû saqî guł û gułzaran
ceẍetû kanî duř û mirwarî
ceẍetû şwênî dił û diłdarî
ceẍetû eşkî řinûy kwêstanan
ceẍetû şerbetî daristanan
ceẍetû şahîdî sirtey jwanan
ceẍetû kone hewarî cwanan
ceẍetû qasîdekey diłdaran
erê her mawe derawî caran
ew gułaney ke îlahey nazin
dên û lêt teř deken dest û bazin
were bo xatir xuřey sixirçawe
qaşe masî ke minit pê mawe
gułekey xom dête em dem awe?
biřewênê xewî em dû çawe
ceẍetû layeqî çok dadanî
cêy necîban û necîbzadanî
min ledûy masîyekey xom wêłim
wekû to geh řûnim û geh lêłim