texmîsî şî’rêkî wefayî

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  451 Dîtin
fewta be ewîn xermenî ’umir û semerî min
nebřawe be esrînî dû dîdem şererî min
biřwa bike to ba qedekey demşekerî min
«lew řojewe dûr kewtewe sayet le serî min
sûtawe le tawit hemû gyan û cigerî min»
perwaneme, her wêłî bilêse û giř û tîşkim
bêbeş le beramey guł û řîḧane û muşkim
bê to le şî’ir çûmewe, bê zewqim û wişkim
«cergim hemû let let bû be sêławî sirişkim
çi bikem ke be derya çuwe le’il û guherî min»
’umrêk be xeyałî řuxî ew xwênî diłim mişt
ahî bekułim derbiřî esrînî geşim řişt
şahîdî minin ehlî dił û ehlî wefa gişt
«deyfermû leser xakî derî xoy ke minî kuşt
cennet bese, bo xwênî şehîdî nezerî min»
yara wekû tamî meye řoj û şewî tałim
lew řojewe, řencawî û napirsî le ḧałim
çel na çelê, agir degrê, momî xeyałim
«wek bulbulî şeyda be hezar neẍme denałim
carêkî gułim, gwê bide nałey seḧerî min»
şînet bo diłim cennete, çun kewserî têda
diłber çîye çarem? diłekem exgerî têda
çawit keresey sîḧre ke nuqmin le xewêda
«zułifit ke wekû şamî ẍerîbane lewêda
ḧałî çîye daxwa diłekey derbederî min»
ger ehlî ’ezabim nîgehî to şererim bê
ger sałḧim sayey qedî tûbat leserim bê
lew bexte be dûre minî miskîn gûherim bê
«key wa debê xakî derî to tacî serim bê
ew dewłete bo min nîye ey xak beserî min»
xozgem bewe sûta le eser ẍemzeyî cadûy
wey lew diłe gîra be serî ḧełqeyî gîsûy
şad ew kese kêşayewe neqşî senemî řûy
«xoş bew deme saqî le derî meykede fermûy:
ew came le min bigre wefayîKes be serî min»