şarî jarawî
be boney bombaranî kîmyayî şarî serdeşt
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
2 Xulek
572 Dîtin
hawałî ezîzî hawwiłatim
beynêke minî ẍerîb lelatim
napirsî le min ke çon bû hatim
ya boçî le şarekem hełatim
napirsî ke bo le şarekey tom
cêm hêştuwe mał û ḧałekey xom
ewcar îdî bo geřan nehatûm
le çing şûm û bedfeřan hełatûm
bîstûte be jar û toz û derman
bêgane çyan hêna be serman
zanîwte ke şarî sewz û diłgir
bê newt û şiqarte kewte agir
ew şare be dîmeney ke caran
şanazî be xoy dekird beharan
ew şare ke ’alemî sefa bû
awî wekû merḧemî şefa bû
bonî guł û dengî bulbulanî
xirmey kemerey şil û milanî
gyanêkî tirî deda be řêbwar
hestî honerî dexsite guftar
diłgir bû wekû beheştî meşhûr
êsta bote laneyekî xapûr
kangay xeme şwênî merge ewřo
xakî hemû letke cerge ewřo
tozî xefet û nemanî lê nîşt
mundî ẍezełî xemanî lê nîşt
kirdyane mekanî bezmî şeytan
’er’er bûne darî dare meytan
gîrawe ziman û dengî bulbul
zerdayî biřa le çawî piř kil
hawałî beřêz û hawzimanim
hawpişt û biray hemû demanim
ew řoje ke şare cwanekey min
daygirtibû hewrî tozî dujmin
xiřxał le des û teła le gerdin
bê teqqe dekewtin û demirdin
ewdem ke le asmanî şarî
baranî řeşî merg debarî
min řûm deřnî û be kuł degryam
bo kes nebû ta bigate firyam
kwa ew hemû koşke sûr û şîne
bo mafî mirov deden le sîne
bom bang kene řêkxirawî ḧeqnas
zeynêkî bidate şarî qeqnas
ger nîtî sirinc û gwêy sikała
bes mafî gelan bikate ała