şînî hejaran bo hejar

be yadî mamosta hejar
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  395 Dîtin
le baxî nîştimanî kurd çirîkey bulbulan naye
le şarî dił be nasoran, neway saḧîbdiłan naye
hewałêkî binêrin bow beharey wa le řêdaye
gułefşanî neka, ewsał leme werzî gułan naye
xefet wek mote dił dekuşê le mełbendî hejarana
lebin barî xemî mergî hejar hestî diłan naye
temî meynet dełêy hewre leser asoy mukiryane
le şarî min tirûskey şem le mał û menziłan naye
gelî soran û badînî hewaran çol deken ewsał
berew kwêstanî kurdistan qetarî tawłan naye
be mergî bulbulî hêja siriştîş nazî lê şêwa
cirîwey xemřewênî mel leser pełk û çiłan naye
le min xêlî ecel kewtote hewraz û serewlêjî
zirîngey zengî karwanî, lebin gwêy ẍafłan naye
be dił pêm xoşe bo pirsey hejarKes yarîderî gel bim
bełam çibkem ḧetemkarî ledes bê ḧasłan naye