wergêřanî wituwêjî řûdekî û xusrewanî le farsîyewe bo zimanî kurdî

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  357 Dîtin
bîstim le ’aqłî mêjû nebînî wirdibîn
hawderd řûdekî be ’ecûzey keneftî jîn
ser sûř demênê le karî pîrî temen leser
bo řengî řeşî mûy sipî qetran deden leser
kes nîye ke be mûy řeş serî derçê ledes ecel
xoyan şeket deken be gelêk hewłî bê semer
ca xusrewanî hate wiłamêkî piř mebest
derdî diłî nwand be kelamêkî piř le hest
min be humêdî lawî řeşayîm neda leser
tûşî gunahî nwê bim û têyda bikem zerer
wek tazyebarekan ke cilî řeş deken leber
řeşpoşî bo musîbetî pîrî dekem beser