gułzarî sûtaw

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  428 Dîtin
be řûzerdî le řêbazî jyan mandû û şeket mawim
bizey bezim û neşey şadî wekû xew dête berçawim
egerçî newbehare û des le gerdin řû le seyranin
bełam min her le beḧrî meynetî tenyayî xinkawim
sikałay dił berim bo kê? le barî meynetim kem ka
sipay gerdûn be namerdî gułî awatî şêlawim
jyanî çî, xeyał û xewnî ałoze biney naye
dełêm mirdûm lejêr ew bare, nazanim çilon mawim
çemenzarî temen lêm bote komay jîlemwî bê tîn
dexwazim arezûy mergêk, lenêw gułzarî sûtawim