mosîqay behar

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  454 Dîtin
behar hat şemałî kwêstan
fûy kird be sazî daristan
tepłî hewr û çepłey baran
sincî diłopey mîç û daran
semay şepolî řûbaran
beste û neẍmey berx û karan
ḧencerey qełbezey awan
akurdî boqî şetawan
çeqeney sêrûy ser darî
awazî kořî pasarî
mosîqayekî qedîme
sanfonyayekî ’ezîme
boye zewîş řadepeřê
lapeřî jîn werdegeřê
çinar hemû sema deken
geła hemû hełdepeřê
be mosîqay sewzî behar
’eceb dawetêk degeřê