şîngêřî hêmin

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 3 Xulek  478 Dîtin
le wiłatî minî dił piř le kilo
le mekanî çiřî hêlane heło
le dyar û miłk û samanî kurd
le binarî kej û kwêstanî kurd
leser ew xake ke her tozêkî
tacî şanazîye bo hozêkî
taqedarêk bû be endam û biłind
le dijî befir û şemał xogir û tund
ne leber befrî qurs dadekewt
ne zewî lerze ewî pê dekewt
sêberî zor û berî set hênde
melî xoşxiwan le serî set hênde
şenge darim ’ecebî hełdabû
řîşekanî le diłî gel dabû
her gełay lapeře řûdawêk bû
her liqey pênûsî dest lawêk bû
sêberî bonî ḧeyatî lê dehat
gułekey bonî necatî lê dehat
felekî zor be çepî û xwarî dî
nobetî û ’areqî řojgarî dî
gelê car gaşe gilêrey gerdûn
be hurûjim delq û poy ber bûn
be teqey řawçî melî dewruber
hemû hełdefřî berew deşt û der
gelê car ḧarsî yasay cengeł
cîrexoranî şehnişay gendeł
be leşî heł çûn û azaryan da
be tewerdas pelamaryan da
destî bêřeḧmî zeman zorî leqand
hewre řeş zorî beserda deteqand
çunke řîşey le diłanda mabû
qurs û qaym wekû kêw wêstabû
taqedar pîr bû bełam şox û şeng
liq û poy piř le gułî řengařeng
dû gułî tarîk û řûn û nałe
temenî pişkutnyan çend sałe
sîs nebûn çunke le darî hîwan
aługoř nayete ser řengî wan
gułî zorin ke leser destanin
řeng û bonî meclîsî dostanin
paşeřokî gułekey hênd cwane
le kiřîn naye ewende girane!
řojê řêbwar bûm û řêgem debřî
’areqî gerdin û gonam desřî
şeket û mandû bedem řêgawe
dił be dest kone xeman dekulawe
lenekaw dîtim ke xełkî şarî
kurtełyan pêye be şîn û zarî
gutim: ew komełe naşade çîye?
ew hemû nałe û firyade çîye
dełêy ew hewre dił û çawî piře
çîye ew xełke hemû şan be quře?
ke le piř bendî dił û pêm lerzî
bełê nasîm be çilûkî berzî
tifî çerxî keçî řojgarim kird
dame řan û ser û hawarim kird
małî wêranim ewe darekeme
leser şanî şeketî şarekeme
mangî nîsane ke payîze le min
pêkenîn dûre le gel, zîze le min
mayey şîwenî hestim kê bû
kêye nazanî mebestim kê bû
şengedarî me heman hêmin bû
ke le payîzî temenda win bû
sirwey ew dareye, êstaş her dê
be şiney ew gułî hîwa derdê
hêmin řoyî, welî tuxwa dostan
hêmnêk her hebê bo kurdistan