dûre wiłat
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
1 Xulek
885 Dîtin
min û dił dûrewłatîn û ẍerîb û namo
dûbedû hełdekzêyn û berze lêman boso
ew be yadî şenge bêryanî wiłatî mukirî
min le tawî şinebay xoş û çirîkey qumrî
helî şî’re û were merdane qełem yarim be
le řeşayî şewezenga şemî şewgarim be
demewê bezmê bigêřim be feẍanêkî le kuł
dûbedû beste biłêyn min bo dił û dił bo guł
dił dełê ax wiłatî xoşewîstî û cwanî
min dełêm ax perîy goze be destî kanî
dił dełê way leber janî fîraqî diłdar
min dełêm dad leber sebir û xem û întîzar
dił dełê kwa dengî pawaneyî destî leylim
min dełêm kwa xemřewênêk bo derûnî keylim
dił dełê kwanê ḧebîbî diłřifên û cwanim
min dełêm kwanê tebîbî derdî bê dermanim
dił dełê nezrî wiłate serî bê samanim
min dełêm awî wiłate merḧemî zamanim
dił dełê bê giřî diłdarî diłîş xamoşe
min dełêm memleketêk xoşe diłî lê xoşe