bo mela miḧemmedî zûdî
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
1 Xulek
390 Dîtin
behare û katî seyrane, biram sałî newt pîroz
le xew heste bese nûstin şewî kurt û xewt pîroz
temaşay deşt û seḧra ke, hemû yekparçe xemłîwe
eger řawçî biço kwêstan, bedaw řawî kewt pîroz
ke ’aşiqî deşt û gułzarî, behare û katî seyrane
ke kuştey çawî diłdarî, biřo maçî ewt pîroz
le ser dûndî çyan, kew dexwênî şêt û ḧeyrane
dełê ’aşiq etoş wek min, beharî pêşřewt pîroz
beyane û bulbulî şeyda denalênê hezar destan
etoş bulbul behar û nałenał û hewhewt pîroz
le dem çom û şetawan çende cwanin swêsne û sunbul
wenewşey milkeçî damaw! dû çawî piřxewt pîroz
biray hawderd û hawřazim, řefîqî konesałî min
wekû «fatîḧîNasnava edebî» gişt kat û şew û nîweşewt pîroz