ey şagułî bilîmet

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  203 Dîtin
ey kêjołey řêkupêk, bałaberzî řezasûk
kwa wek to cwan û terzin, hełałe û seru û gułuk?
sertopî kurdewarî, nexşî xuday, dyarî
řengîn û şox û şîrîn, xułamî toye sed bûk
gułî behar le cwanît wek kułmî toye řengî
wek serwî berzî terzî, mezey wekû bełałûk
pirçî řeş û dirêjit kemendî ’aşiqî toye
dek lał û kwêr û keř bê, herkes le to deka tûk
bo toye dił kebabe, sûtawe bote qeqnes
be ’eşqî towe ’aşiq sewdaye mat û mehtûk
wênet nîye le dunya, ewende şox û şengî
eto lebar û nask, řeqîbe çeşnî xiřnûk
beynêke zîzî boçî, çîm kirduwe, leser çî
cerg û diłit derênam, be nûkî tîjî çiřnûk
ey bûkî kurdewarî, ey şagułî bilîmet
«fatîḧîNasnava edebî» bot denûsê, witar û şî’ir û peřtûk