daykî nîştiman

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  2999 Dîtin
le katî nîweşewda bû şewê dî
jinêkî pîr û řeşpoşim le xew dî
beparêz çûme pêş lêy û gutim pêy
çikarey dayepîre, pêm biłê kêy?
leber çî wa dij û damawî daye
çi qewmawe ke wa şêwawî daye?
çîye? çone leber toda cilî řeş?
ser û şan û milit bo nawete heş?
gutî nazanî řołey hîç nezanim
emin kêm?, řołe daykî nîştimanim
le tawî êweye wa mat û girjim
le swêy êwe desûtêm û debirjim
debînim êwe damaw û hejarin
kiz û xembar û zar û lêw bebarin
minîş boye perêşan û peşêwim
debînî barî xem nîştuwe le lêwim?
nexoşin êwe, boye min nexoşim
esîrin êwe, boye řeş depoşim
bequrbanit debim ey daykî diłsoz
mebe çîdîke to diłteng û ałoz
temaşake kuřî to şadin êsta
hemû serbestin û azadin êsta
dezanim řołegyan xełkî mehabad
lejêr destî kiran řizgar û azad
bełam řołem biray êwe le seqiz
temaşatan deken damaw û serkiz
çi şerme karî êwe pêkenîn bê
bełam karî ewan giryan û şîn bê
eger pêt xoşe cilkî řeş nepoşim
biken azad kuřanî dîm û xoşim
leber xot dařne daye cilî řeş
diłit řûn bêtewe kułmet bibê geş
henîskan bes bide çîdî meke şîn
bibîne beyreqî sûr û sipî û şîn
bibîne «pêşewa»y meşhûrî ême
bibîne to ře’îs cemhûrî ême
bibîne hêzî pêşmerge û bizane
ke nûkî nêze şimşêrî ewane
lejêr destî deka řizgar û azad
tewawî kurdewarî wek mehabad