be tîrî ’îşqî to

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  231 Dîtin
be ’îşqî dawî dû zułifit esîr û gêj û hîlakim
temaşa ke le dû çawî teř û piř aw û nimnakim
webîrim dêtewe ew maçî dû lêwî şeker asat
leboye mat û damaw û, kiz û bêhêz û xemnakim
be şew her fîkirî wîsałî qedî ře’nayî tom kare
le lomey dujmin û bêgane natirsêm û bêbakim
gelê muşkîle ger ḧel kem ḧewaşî zułf û egrîcet
ẍubarî ’îşqî to girtî dû çawim ẍerqî nêw xakim
be tîrî ’îşqî to sewdasere «fatîḧîNasnava edebî» her degrî
le dûrî to şewî tare be qurban řojî řûnakim