bo mamostay qutabxane

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  429 Dîtin
ey mamostay berz û beřêz
le têkoşan betîn û hêz
ey řahêner bo qutabî
ey gewretir le her babî
ey çiray geşî şewezeng
řênîşanderî řojî teng
hełtigrit ała bo xebat
gel le kwêrî dedey necat
serçawey xoşî û bextyarî
bo mamosta kirawe dyarî
min amadem be gyan û dił
le xwêndin hergîz nakem sił
le nezanî ser dênme der
dexwênim debim behrewer
toş be diłêkî pak û řewan
fêrim ke wişey dersekan
debme mamosta bo gelim
le dest nadem kat û helim
be xwêndin dekem şanazî
mamosta lêm debê řazî