ewa cêjne be qurban

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  267 Dîtin
ewa cêjne be qurban, dił û gyanim be qurbanit
ke to aşnay ẍerîbanî, debê key bim be mîwanit
ser û małim be cêjnane dekem pêşkêşî dû çawit
eger carêk be lutfî xot, le min dabgirî çawanit
le řojî cêjneda qurban, dełên azade seyr û geşt
yexet wała ke ba têr têr, bibînim baxî sêwanit
demî wêney mesîḧayt, wekû xunçe bipşikiwêne
pîrozbayî bike lêman wejî kuştey dû mujganit
xumarî çawekey mestim, esîrî dawî zułfanim
le sêdarem mede qurban, be dił hatûme meydanit
hemû ’aşiq le dûrîy to denałênin wekû bulbul
letaw serwî qed û bałat, le taw narî dû memkanit
were, ba cêjne pîroze bikem lew lêwî şîrînit
de bîxe gerdinim qurban, peçe û zułfî perêşanit
beratim maçî dû kułme, zekatim xendeyî zarit
xełatim nîwnîgay toye, qełatim çawî fettanit
şika bazařî diłdarîm, nemawe kewkebî bextim
debê key «fatîḧîNasnava edebî» wa bê le mil ka dawî zulfanit?