xedengî tîrî mujganit

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  321 Dîtin
sûta cerg û henaw û dił leber řût
denałênim lejêr daw dawî gêsût
çemaw û xwar, zebûnî ’îşqî tome
diłit girtim be daney xałî hîndût
lenêw çahî zenexdanit esîrim
deçêjim ezyetî harût û marût
le nakamî ’îşqida ferdî dehirim
serapa kunkune sînem be ebrût
xedengî tîrî mujganit le dił dam
wekû qeqnes wicudî natewan sût
kemendî zułfeket ḧelqey milim ke
le min boçî zwîre çawî ahût
ḧeyatbexşe dezanim maçî lêwit
ke lewda têkeławin duřiř û yaqût
le awî zemzemî qetrey gułî řût
bibexşe bew hejarî nîwemirdût
esîrî pêçî egrîcey biławim
nexoşî ẍemzeyî dû çawî cadût
be kurdî çûm, gutim: maçê kerem ke
gutî: laço, ke nayême terazût
le dewrî mangî řuxsarit heta key?
wekû hewrî behar daygirtuwe řût
xeyałit řoj û şew sermeşqe bo xem
edî kwa naz û ’îşwey bezmî pêşût
mekoy xem «fatîḧîNasnava edebî» mîwane emşew
bese, yadî şewanî bezmekey zût