her lêde to tepłî sefa

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  279 Dîtin
gułzare der û deştî hemû bax û gułistan
fîrdewse lenêw ehil û, dêhatî şeceristan
taqaneyî dehre çi ’eceb şox û cwane!
serkirdeyî ’ezraye le kurd û ’erebustan
bêzare le min, řuḧ be fena řoyî le tawî
bê hoş û serasîmeye wek tîflî debistan
bo seyrî cemałî mehî ew diłbere şoxe
pak dên û deçin pîr û cewanî ’ecemustan
wek çahî zenexdanî ewe çeşmeyî kewser
wek ’arîz û řuxsarî deçê, şem’î şebistan
ey xakî derit merhemî êşî diłî piř coş
takey be diłî zar, binałim wekû mestan
her lê bide to tepłî sefa, wek ḧetemî tey
bê fa’îdeye bo minî dûr û desewstan
ey ankî beraber be dem û řûyî qeşengit
«şirmindih şidih çîn û şîraz û biluçistanFarsî»
«dir cuş û xiruşind mî û saqî û ’aşiqFarsî»
seru û semen û sosen û bax û çemenistan
puxtey hemû em deftere ger botî denûsim
medḧî lebî leylaye, lenêw cengełî «sostanCih»
wa «fatîḧîNasnava edebî» girtî le şî’ir şwênî edîban
wek nalîKes û salimKes, wekû mewlayî çuristanKes