sofî were danîşe

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  262 Dîtin
bulbul! were ewřoke çi ẍewẍaye le gułşen?
dengî çeqene û badeyî sehbaye le gułşen
mutrîb! be fîdat bim were bom lêde def û ney
her bezmî mey û şadî û hełłaye le gułşen
dił, koylete şêwawî gułî ḧusin û cemałe
sûtawî henar û demî leylaye le gułşen
qumrî sîfetim, nałeme bêzar û ḧezînim
dił wek melî serçił, le newadaye le gułşen
’aşiq were řabwêre temen tawê be xoşî
her ḧorî û ẍîlmane, temaşaye, le gułşen
sofî were danîşe, eger talîbî feyzî
seru û semen û qametî ře’naye le gułşen
guł bergî leber kird û çemen xel’etî poşî
sed qews û quzeḧ ’aşiqî tûbaye le gułşen
diłber, ke wekû tawse, geh sûre gehê şîn
her wek gułî xoş dîmen û zîbaye le gułşen
xo «fatîḧîNasnava edebî» herdem wekû perwane le coşe
wek bulbulî bêçare û şeydaye le gułşen