ger be maçî lêw û kułmî

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  570 Dîtin
guł be ẍemze û naz û ’îşwe, dił perêşanim deka
mahî řuxsarî nîşan dam, dîdegryanim deka
bû be saqî bade û mey, hate bezmî ’aşiqan
geh be xende, geh be kîne, mat û ḧeyranim deka
çîn be çîn zułf û kezî, wek ’eskerî tatar deken
em kelepçey dest û pême, ew le zîndanim deka
çaw û ebroy pêkewe şeřyane bo qetłî diłim
ew zelîl û xwar û pest û, ew le seyranim deka
dił ke pêkirawî xedengî qewsî ebroy diłbere
çî dewê tuxuda le min wa wêłî kêwanim deka
yar ke emřo bote saqî bo řeqîbî seg sîfet
dê temaşay şîn û nałey qelbî biryanim deka
ger be maçî lêw û kułim û gerdinî şad bim, dełêm:
yarî min serwî xeraman, mestî peymanim deka
«fatîḧîNasnava edebî» ew guł’uzare ’eqił û hoşî lêm sitand
şwênî leylaKesy girtuwe, mecnûnKesy dewranim deka