min ke aşuftem

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  560 Dîtin
ey xuday settar û ẍeffar, lutif û îḧsanim dewê
barî serşanim girane, setir û ẍufranim dewê
bew hemû fîsq û gunahem, řûm nîye bême ḧizûr
bo şîfay derdî derûnim, xwaye dermanim dewê
ẍerqî gêjawî gunahim, kirdewem řûzerdîye
her be umêdî ’etay tom, ḧur û ẍîlmanim dewê
řûsyah û kołewar û hawdemî e’dayîy tom
ya «risul alilhErebî» şefa’et, ’efwî tawanim dewê
kwêr û sergerdan le seḧray negbeta, dêm û deçim
lew byabane be tenyam, nûrî îmanim dewê
řûm le karî nalebare û bûme pendî xas û ’am
sed gunah û tobeyek, yařebbî řîzwanim dewê
wek segî esḧabî kehfim, şwênî çakan kewtûm
cê penam her toy xudaye, baxî cînanim dewê
pîr û bêhêz û nexoşim, řoj û şew her nałeme
çaweřêy lutfim xudaye, nûr û burhanim dewê
nemxeye ser řêy nîfaq û dûdłî û şikik û guman
peyřewî ’îlim û şerî’et, dersî qur’anim دەûەێ
min segêkî ba wefay yaranî xasî ḧezretim
hawdemî ḧorîy beheşt û qesir û wîldanim dewê
řû le derkey to dekem, her toy penay řojî beqa
min ke « aşufte»m hemîşe, zîkirî yezdanim dewê