kêye ferhadî zemane

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  390 Dîtin
şerte hênd degrîm le dûrît, feřşî dił řengîn dekem
damen û koşim be carê piř guł û nesrîn dekem
ger wekû perwane danêm bał û peř, mał û serim
’ehde kirdûme, wekû memKes, şînî xatû zînKes dekem
ba be yadî bezmî caran hełbiřêjim xwênî geş
diłberî min! wa le tawit terkî řêgey jîn dekem
kêye ferhadKesy zemane? min nebim lem ’esreda
her minim dad û fuẍanî yadî řûy şîrînKes dekem
ba bisûtêm çeşnî qeqnes, berqî řût bimkate xoł
dił le xem keyle ’ezîzim, boye nałe û şîn dekem
wêł û aware û ẍerîbim, cêm nîye řûy tê bikem
her eto qîbley miradî, bê to key min jîn dekem
bo çime tekye û mesacîd xaneqa û keşkoł û def
xoşe bezmî badenoşan, diłmî pê teskîn dekem
lêm geřê sofî heta key, men’î meyxanem dekey?
şîwen û zarim le ḧesret camî mey doşîn dekem
dwê be naz û ẍemze fermûy «fatîḧîNasnava edebî» boç wa dekey?
tał û swêrî řojgarit, wek şeker şîrîn dekem