pêncixiştekî leser hełbestêkî «seyd kamîlî îmamî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  395 Dîtin
jyanî ew kej û şaxe, hemûy derd û xemî pêwe
lebo min ’eynî zîndane, řefîqim her cin û dêwe
be zahîr to temaşa key, seraser gewher û zêwe
«le eḧwałî «îmamîKes» ger depirsin çone bê êwe?
serî suř mawe lem kwêstaneda bê hemdem û xêwe»
wekû darêkî bê řîşe, delerzê leş be dem bawe
biłêy řojê be dîdarî cenabit şad bê ew çawe?
neyey demirim, le dûrît xem fişarî hênde hênawe
«bike řuḧmê be ḧałî, her beḧał hêzî leber mawe
’ecayb gîrî kird lem ser zemîne piř kej û kêwe»
eger pêt waye cêgem basefaye û neş’e bizwêne
bebê dîdarî dostan «kanî benCih» wek deştî «bîtwêneCih»
be yadî suḧbetî caran, were lew laye bixiwêne
«mełên kwêstane cêgay lê geřên, qişlaxe, bijwêne
be însan çî? ke ḧeywan têr exwat û xełqî bê şêwe»
leber giryan û şîwen cerg û dił serpakî sûtawe
be tînî agirî dûrît ser û małim le dest dawe
were seyrî derûnim ke, hemûy xwênaw û zûxawe
«eger çî gyawgijî em serzemîne sewz û têrawe
bełam bo min le dûrî êwe wişk û piř çiř û çêwe»
lenêw ew şax û doł û bendene jînêkî zeḧmetme
be qewlî «fatîḧîNasnava edebî» ger bên nîşaney feyz û řeḧmetme
beharî kurdewarî sebiz û xuřřem, ’eynî cennetme
«fîdatan bim werin lutfû hebê řojî hîlaketme
neyen bê nêwnîşanim, bêne lam her «kamîlKes»m nêwe»