pêncixiştekî leser hełbestêkî «ḧeqîqî»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
457 Dîtin
bira ew nisḧetey min bigre gwê, çend cwan û şîrîne
huner fêr be huner cwane, huner esbabî temkîne
kesê cwan bê çi muḧtace be zêř û zêw û peşmîne
«berî baẍî jyan şîrîne, ger zanîne ew jîne
nezan wek hejgelî bê kełke, bo sûtan û perjîne»
kesê neyxiwênd û neyzanî, nezane serbexo topî
ke zanîn bû be dezmayet, ’ezîz û berz û sertopî
bixiwêne, xwêndewar berze, be çeşnî darî dem qopî
«huner darêkî berze, duřiř û mercane liq û popî
hunerwer namrê, çun baẍewanî ’îlim û zanîne»
silûkî ’arîfanet bê, eger to merd û însanî
were ser řêy ḧeqîqet, řû le xwêndin ke heta cwanî
le des xotî mede ew ’umre şîrînet be herzanî
«le xwêndin çaw meçûqêne, mebe mayey peşîmanî
nesîbî dujminit bê cahîlî, barêkî sengîne»
temaşa ew witey xeyrulbeşer çen berze, çen cwane
nezan bê qîmet û qedre, le kirdey xoy peşîmane
biřon ’îlim û huner fêr bin, meqamî berzî însane
«nezanîn ’eybe, nazan suke, jînî nenge biřwane
witey zana çi şîrîne, wişey nadan çi nengîne»
be mindałit bixiwêne gwê de ew fermûde çen berze!
ewey nadane ser şoře, ewey zanaye ser berze
wekû zîndane bo pyawî nezan panayî ew ’erze
«mełên bo nêr û mê ferqî heye, fermûyetî ferze
leser kullî musłimanê, çi mê bêt û çi nêrîne»
be xořayî le destim da temen, pêm wabû zor zûye
bixiwêne çawekem bo dîn, nezan bê ’eqił û piř řûye
temaşam kird wekû befre, sipî bû ew hemû mûye
«le babet xwêndinê pêẍemberî muxtar fermûye
wedûy xwêndin kewn, biçnê, eger çûn û le bo çîne»
dełên ew ’îlmî dinyayî, be karî axîret naye
le mamosta depirsê «fatîḧîNasnava edebî» lew sat û sewdaye
were ba pêt biłêm ey ew kesey ’eqiłit le ser daye
«ḧeqîqîKes» wek nezanîn afete bo dîn û dinyaye
heqîqet ’îlim û zanîn, zîbî dinya û zîwerî dîne»