pêncixiştekî leser hełbestêkî «’usmanî wecaxî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  412 Dîtin
diłim kunkunkirawî tîrî ebroy newnemamêke
be fîz û serkeş û meste, ’eceb dinya bekamêke
be guř xwên dê le dû çawim, eweş her wêne zamêke
«le xem elfî qedim xware, ’ecayb nûn û lamêke
leber dûdî henasey min, hemû řojim be şamêke»
lenêw deryay xem û ḧesret desûtêm, ’eynî narîme
qetarey zułf û egrîcey wekû firmêskî carîme
ne ’umirim ’umrî asûde, ne yar bo min le yarîme
«le baxî ’îşq û nakamî, hemîşe ah û zarîme
denałênim wekû qumrî, fuẍanim new’e qamêke»
be ẍemzey çawî fettanî, hezar ’aşiq lenêw cêne
be lêwî le’lî gewherbar, be pencey wêne awêne
deka derman diłî şeyda, ḧebîbî cwan û bê wêne
«erê saqî bequrbane peyapey camî mey bêne
xumarî û mest û meyxiwarîm, ewîş bo min meqamêke»
wekû bulbul be řuḧ û dił tełebkarî ’uzarêkim
legeł polî mel û qumrî, le gułşenda huzarêkim
řefîqan! çû dił û dînim, be dû sêw û henarêkim
«meken lomem ke ḧeyran û cinûnî ’îşqî yarêkim
muzeyyen gułşenî sîney, be narinc û şemamêke»
guł û lale û wenewşe ba le daxan cerg û letlet bê
řeqîb û mude’î ḧał û be daym derd û meynet bê
ney û şimşad le dinyada debê xoşî û bezîllet bê
«eto ’er’er be bałay xot menaze dek xecałet bê
temaşay qametî yarim, ’eceb serwî xeramêke»
le wesfî laleřûyanda, wite nabê řîwayet bê
qisey zor muxteser çake, nekû best û ḧîkayet bê
wekû çawî ḧebîbî min, debê guł xoş ’înayet bê
usuł û qa’îde û tertîb, debê her wa řî’ayet bê
le zułf û perçemî yarim, çi nezim û întîzamêke»
be min xoşe, dił’arame şerabî ’îzzetî ’îşqit
fîraq û namradîy dił, hejarî û ezyetî ’îşqit
le dił lanaçê ta mawim ’ezîzim şerbetî ’îşqit
«eger bê dił demê xałî le řewzey cennetî ’îşqit
legeł şeytanî mel’ûn bê kewa kafir meramêke
desutê «fatîḧîNasnava edebî» demdem le ’îşqî řûy ḧebîbanda
deka giryan û şîn û dad le naw bezmî ẍerîbanda
řefîqanim temaşa ken lenêw ḧelqey edîbanda
«be şî’rî nařewa «’usmanKes» le enzarî edîbanda
kelamit şerḧî diłdarî, wêřay dû’a û selamêke»