pêncixiştekî leser hełbestî «wirya» «şêx ’ibdalkirîm hîranî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  249 Dîtin
ew gułey awatî gel bû, pêm biłên boçî wine?
çaw le tawî xwên deřêjê, dił le tawî kunkune
xoy nemawe, şî’rekanî tîrî cergî dujmine
«ger hebê şa’îr lenaw kurda beřastî «hêminKes»e
xoşewîstîy ew hemîşe wa lenaw hestî mine»
«tarîk û řûnNava taybet»y beřastî xoşe wek awî ḧeyat
koçî «hêmin», matemî xistote serxakî wiłat
kořî edîban degîra ew çira bû ger dehat
«şî’rekanî wek çiray řûnake bo řêgey xebat
nûkî xamey ew be wêney çiqłî çawî dujmine»
ko bowe emřo leser dił, ḧesret û dax û keser
bax û gułzarî edîban, na şefafe û bê semer
daxekem bo şa’îrî pîrî le şî’ra behrewer
«merdî meydanî xebat û bulbulî baxî huner
şa’îrêkî payeberz û bîr û baweř řoşne»
şerḧî dûrî xoşewîstan! nakirêt û nadrê
ew hemû derd û pejare kwa? le dił la nabrê
şeř legeł karî xuda bêhûdeye û bot nakirê
«hêmin» y şa’îr lenaw kurd nawî hergîz namrê
çunke xawen berhemêkî piř le sûd û şîrne»
çît le dest dê «fatîḧîNasnava edebî» lew şîne her cêy to keme
jîn bebê ew lew zemane, zor giran û esteme
mudetêke goşegîrim xwardinim derd û xeme
çî bika «wirya» le bo ew şa’îre, hêşta keme
daxekem hîç nakirê, řêgay hemûman mirdine»