pêncixiştekî leser hełbestî «’usan wecaxî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  247 Dîtin
ew ’îşwe û nîm naze hemûy pîşeyî zûte
ew çaw û biroyet hemû nexşî ceberûte
ew dawe çi dawêke lenêw ḧełqeyî mûte?
«ew xałe çi xałêke leser ke’beyî řûte?
ew came çi camêke leser zarî sebûte?»
gyanbexşe gułim xał û xet û dû beyî û sêwit
bonit ke dekem çunke eto xunçeye nêwit
mefroşe be min çî dî qisey tał û cinêwit
«sałêke be řojûm be temay boseyî lêwit
ew maçe çi maçêke le bo min wekû qûte»
girtûmete ber kêw û kej û doł û byaban
lew çoł û çiř û şaxe, serasîme û ḧeyran
bêzare le min xełkî, leber şîwen û giryan
«awareyî tome, degeřêm perit û perêşan
ew řêye çi řêgaye, telan û hełemûte»
řêge bide qurban ke bikem seyrî cemałit
beynêke minim salkî ber derke û małit
fermûte ke hatim bibme sêberî xałit
«dîsan be cefa çû senema we’dî wîsałit
ew cewr û cefaye ’eceba ’adet û xûte»
têkeł buwe lew baxe le enwa’î şeqayq
nemdîwe le to cwantir û meḧbubtir û layq
serdesteyî şoxane gułim, layq û fayq
«wek řewzeyî řêzwane muqabîl be ḧedayq
ew baxe çi baxêke, berî sêw û hułûte»
min bulbulî xoşxiwanî gułî baxî beharim
mecnûnî dû çawî řeş û, dû sêw û henarim
her nałe û řořome, ewend mest û xûmarim
«her gongeł û ẍewẍaye le lay gułşenî yarim
da bizane çi qewmawe gułî lê teq û cûte?»
ew wexte diłim şade, ke guł bête ’eyadet
bo ’aşiqî bêçare bika carê îşaret
ew zułme leser «fatîḧîNasnava edebî» nabête kefaret
«ḧaşa meke lêman, ewe birdûte be ẍaret
neqdî diłî «’usmanKes» ke lenêw bendî qidûte»