beharî weznê
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
3 Xulek
562 Dîtin
behare çawekem ba biçîne geştê
biçîne deştî «wezneCih»y wek beheştê
biçîn bo «kanî xwacaCih» û «lûsê swaranCih»
be lay «girdî dełîzeCih» û cê hewaran
le «bênêw» pyawî bênêw serfiraze
çinûrî «coye bîyan» çende benaze
ewa bulbul denałênê wekû ney
leser «kanye şiłeymûn» meste bê mey
le cê ḧucrey feqêkan dê newayek
sedayêkî feřeḧ bexşe û dewayek
heway «baxoł» debziwênê neşey dił
le «sê zûdan» zewî pak, laleye guł
wenewşey milkeçî ser «kanî mîran»
deway derde lebo nasaẍ û pîran
hełałey «kirtikehû» ’îllet peřêne
gułałey «mêrgî şanan» xemřewêne
binarî «qiřge» ta serlûtkî «gwêze»
lebo her kwê deçî beybûn be řîze
seraser gułşene ew deşte qurban
wekû baẍî beheşte û feřşî kaşan
hemûy hełz û kema û mendoke deştî
le «kanye nobetêyan» da beheştî
dełêy guł mexmere ser ta be xwarî
le awî kewsere gişt çeşmesarî
ke ew qedpał û şîw û doł û deşte
piřî ḧorî û perîn ’eynî beheşte
be her lada deřoy her kîj û lawe
wekû qaz û qurîngan têkeławe
kew û baz û şehên û dał û peřkûr
le «weznê» têkełn nek corê sed cûr
lelayek şwan û gawan, lay dî cûtêr
leser kanyaw û coge û deştî zenwêr
kuř û kiç bo qumarê zor le coşin
hemû nazdar û şox û şîkpoşin
wekû qews û quzeḧ ew deşte xoşe
hezar dił boy le sozdaye û le coşe
behare, «dołere» serpakî sûre
be xaşxaş û şilêr, mêlaqe sûre
gezîze û tirşeke û qazyaxe deştî
mesîḧaye behar, baran û weştî
çiroy darê be ba kirdî şikofe
le kwêstan cwane ew baran û tofe
leser sêw û henar û kox û qeysî
le xoy cwane ke qumrî cwan deřeqsî
fezay «weznê» mu’etteř bû seraser
çemenzar bote cennet ember ew ber
hewarçîy meznî «weznê»ye «’elî xan’elî xan: biray ’usmanî wecaxî şa’îre»
hełîdawe lenêw gyabend û řîḧan
temaşay cê hewar û tawił û hobey
eger şêx biçtewê deşkênê tobey
dełêy xuldî berîn «weznê»ye emřo
şetaw û aw û kanye û cogeye co
cirîwey mel lelapałan çi xoşe
kewî serşaxî «bêran» çen le coşe
le «sê binan» banemeř hatûne warî
le goşta sûr debin berxî beharî
leser şaxan çirîkey dê kewî mest
le dûndî çya dexwênê bazî teřdest
tebî’et cwanî kird ew deşte şîne
ke her layek deřoy her gułçinîne
meger «aẍaaẍa: mebest le ’usmanî wecaxî şa’îre, ke xełkî ew mełbendeye» bika lutif û biłê pêm
dena zor zeḧmete lew xake bidwêm
egerçî pîre dił lew deştî zenwêr
heta mirdin lewê bê kwa debê têr!
wekû mare, be pêç û lûle çomî
hemîşe piř mirawî û qaze gomî
şemał emřo guřey xoşe le şaxan
guł û xunçe semayane le baxan
dexwênê kundebûy mergim leser bax
le bo ’umrî nemawî «fatîḧîNasnava edebî» ax!