diłim sûtawî dûrîte

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  344 Dîtin
diłêkî meylî yaranî lela bê
biłê ba xem be bada û lêy cya bê
wekû derwêş denałê mamesofî
ke ’îşqêkî mecazî bo peya bê
diłim sûtawî dûrîy toye wełła
be nefret bê diłêkî xudnûma bê
eger mał û serim danêm le řêy yar
be dînim qîmetî maçêkî nabê
’eceb mawim le kîne û diłřeqî to
xudaye yar debê ta ser weha bê?
ke min kurdim gułêkî wam mebeste
şew û řoj bulbulî deşt û çya bê
lebo ’îşqî weten em kurde merde
ke aza û kołneder bê û bê řya bê
hetakey çawekem bigrîm le dûrît?
deba carêkî çaw pêt aşna bê
emin pîr û, gułîş taze degatê
beweş řazîm eger řojî qya bê
xemî yar «fatîḧîNasnava edebî» hełmegre besye
bizir nabê kesêk řê şareza bê