zikir ’irzih kirdin sîd ka’nat ﷺ xud ra bir zwar ḧirim û amdin ahil midînh bih mikih û ayman awirdin çind nifir az an qum miḧtirim

Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
 3 Xulek  216 Dîtin
bełê çûn ḧezret pak pêẍember
şifa xway ummet řoy deşt meḧşer
ce wext ḧec û ’umrey mukeřem
meşî we lay qewm ḧucac ḧerem
we her qebayl pena meberdiş
metłebat wêş êzhar mekerdiş
şayed me’zûn bo bişo we laşan
emîn bo daym we hewa xwaşan
ce gişt babetê ce řozgaran
ce şeř e’da nigaş bidaran
ta teblîẍ dîn ḧeq muḧkem kero
emir řêsalet we ca bawero
her çend êltêmas mekerd û endêş
hîç kam ew tedbîr qebûł nekerd lêş
watin qewm wêş gişt be ew danan
ewan ce ême xaster mezanan
ew sałe wiyerd we peřakende
ta yawa be wext sał ayende
ta ke xuđawend sehil kerd karş
řewac da qumaş mayey bazarş
ce ehil yesrêb we bê çûn û çend
şeş nefer yanê şeş se’adetmend
şîn we zyaret we ke’bey şerîf
kerdişan tewaf baregay zerîf
êsim pak ew se’adetmendan
yek yek beyan kem çûn defter daran
eweł car «asi’d abin zirarhErebî»
tenha mubarêz sipay hezare
«’uf bin ḧars abin ẍifranErebî» bê
salêsen «rafi’ abin ’iclanErebî» bê
çeharum «qitibة abin ’amirErebî» bê
pencum «’iqibة abin cabirErebî» bê
şişum hem «cabir» ’alîcenab bê
«abin ’ibdalilh abin ribabErebî» bê
ce ’eqebey pak ew her şiş nefer
yawan we xidmet şay «xîr albişir»
xwacey ka’ênat ta persa lêşan
ce esił û neseb ce mawa û cêşan
’erz kerdin ême xełq medîneyn
qebîley xezrec, qewm řoşin zeyn
ḧezret fermawa satê we bê xem
bada cey goşe binîşîn we hem
watşan bełê ew her şiş nefer
nîştin ne zemîn çenî pêẍember
eweł fermayş ce nibuwet kerd
we etba’ dîn ewan de’wet kerd
çend ayey qur’an perêşan wana
ta ke ce her şiş bułend bî hana
watşan î şexis «’izîm alşanErebî»en
be xuđa, pêẍember axir zemanen
’ulemay yehûd yek yek dan xeber
zihûrş kerden xatem pêẍember
me’lûm bo lêtan pêẍember wêşen
muhir û nîşaney nibuwet pêşen
wer ce medîne ba sibqet kerîn
îman be ḧezret řesûl bawerîn
çûnke dił weş bîn îman cayz
her şiş be dewłet îman bîn fayz
nam xuđawend we ḧeq berdişan
dîn muḧemmed qebûł kerdişan
ce no ’erz kerdin «ya xîr albişirErebî»
ce řûy merḧemet ême řuxset der
ta bişîn we lay qebîley wêman
ce sayey to gişt mutî’en pêman
tayfey xezrec her çî hen temam
beł bawerîmşan we dîn êslam
şay «xîr albişir» řuxset da pêşan
teşrîfşan berd we maway wêşan
ayîn êslam aşkar kerdin
sucdey xuđawend bê hemta berdin
ewsa be ḧezret şay «xîr al’enamErebî»
mekerdin peyẍam her sub take şam
tayfey xezrec gişt îman awerd
dîn pêẍember we dił qebûł kerd