giftar dir byan xilqit can û zirît bin canî û ablîs gwîd

Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
 4 Xulek  474 Dîtin
cew dima ce no cehandar ferd
canş ce kûrey ayr xêlqet kerd
ham ciftê ce nar kerd we dem saziş
mayl bî we ’eyş naz û nyaziş
bar ḧemiłş bî, şiş mahiş wiyerd
wezi’ ḧemiłş kerd ferzendê awerd
baz hem we meylan danay lamekan
derlad namşan nya we «bin can»
we emir dawer siř subḧanî
zyad bî ewlad canî û bin canî
gişt camey me’aş zêndegî poşan
gişt cur’ey dewłet dinyay dûn noşan
rubi’ meskûn gişt cehan seranser
bî be mułkişan we emir dawer
deym û paryab, bahir sałan
ce şerq ta we ẍerb yekser gişt kałan
ta ke xuđawend ḧeyî layenam
yek şerî’etê ayînî êslam
êrsal kerd pêşan pey adab dîn
sêdiq û ta’et û êxlas û temkîn
ew şerî’ete řehnimaşan bo
ce řoy qyamet hewa xwaşan bo
amenna watin, seddeq kerdişan
ta ke dû sê sał we řa berdişan
cew dima can û ewlad canî
yekser dest kerdin we nafermanî
mest bîn ce dewłet gumrahî wêşan
naga xuđawend ẍezeb gêrit lêşan
badê çûn sebûn kûrey ateş bêz
wełk dar û řoḧ can û bin can řêz
daş we dinya da we yek nîm nefes
tayfey canî gişt kerd we qeqnes
ya ḧeq ce dergat pey kes nebo bex
ew çîn bîn we çîn binçîney dûzex
dîsan çînê ter pider tûn we tûn
tifłan me’sûm wamendey sebûn
hem girew bestin, kerdişan tuẍyan
ce me’sûm wiyerd řû we lay ’êsyan
her çend xuđawend tak tenyay ferd
êzhar ’êsyan ehil dûzex kerd
ewan xo fêşter her gumřa mebîn
we fê’il qebîḧ aşna mebîn
xuđawend we aw ẍezeb gêrit lêşan
’ezab elîm nimana pêşan
ẍerez çînê ter tayêfey bê ’ar
çûn mûr û melex ama we řûy kar
xuđa ta’ûn kerd perêşan naził
peywes we derek esfel bîn wasił
her çînê meşî we dewan dew
çînê ter mama menîşt we cay ew
xwelase çîn çîn şikya arezûş
ta yawa we çîn ’ehd tarmûş
tarmûş erşed ewlad can bê
ḧukimş wêney aw carî û řewan bê
ferman fermay dewr tayfey wêş bê
ẍirûr dewłet gumřahî pêş bê
yek ferzendê daşt xeylê minał bê
temam nuktedan saḧêb kemał bê
fêtne û xêredmend temam şerûr bê
qulçimax, daym wêş ce şeř dûr bê
usta û mu’ebbêr te’bîr xaw bê
mes’eley muşkił ce laş çûn aw bê
muneccêm xeyał, hem mweřêx bê
agaş ce ayey nesix û nasêx bê
ne ’êlim, ne keşif, ne keramat bê
’alman yekser ce ’êlimş mat bê
ce esił me’nî êblîs namş bê
’aqłan meḧbûs ḧełqey damş bê
carê ba êblîs sakin bo pey wêş
bê çarey feqîr çi kar meyo lêş
sa çûn tar mûş çenî bin canî
gişt kemer bestin we na fermanî
padşay şahan qeyîwim qaym
kerîm û ’ezîm, ḧekîm û daym
qetił ’am gişt bin canî ferz kerd
sed hezar melek řewaney erz kerd
we yek nîm nefes ehil řoḧanî
biřîşan asar tuxim bin canî
tar mûş ce taw bad zemherîr
tarya pey tûn dûxaney se’îr
be’zê bin canî îmanşan awerd
ce mela’êkan wêşan penhan kerd
îste tayfey cinî ewanin
nîmê kafirin, nîm musłimanin
dinya hem ce no xałî kerdişan
êblîs we esîr we zor berdişan
we emir ferman danay bêhterîn
berdişan we ban çerx ewełîn
ḧeq ferma êblîs ’êlimş zyaden
’eqił bin canîm gişt we ew daden
yek sewm’ey xas wêney qurs xwer
pakîzey bê ’eyb, puxtey munewwer
qerar da perêş pey mektûb xwanî
bî be mudeřês zumrey řoḧanî
namşan nya «milk alkibarErebî»
ye’nî muqeřêb qapî şay ẍeffar
cew pile û paye ferahem awerd
xeylê tekebbur pey wêş ḧasił kerd
ne zanaş ’elîm bînay bê endêş
tewqê ce le’net saznan perêş
ce «luḧ alimḧifuzErebî» kerdenş teqdîr
teqdîr ezeł ne daro tedbîr
yekê muqeřîb baregay ’êzzet
giriftar mebo be tewq le’net
ebedî dûzex ne tûn caş mebo
tof zemherîr aramgaş mebo
bada nezano ta çêş mebo çêş
ta ew řo her çê mebo bibo pêş
ba her meşẍûł bo ta çend hezar sał
şadî û demaẍiş ba nebo betał
baz hem ce teqdîr gerdûnay gerdûn
êmşew ta seḧer ta çûn mebo çûn