diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  244 Dîtin
muddêke serasîme û şêwawe diłî min
murẍêkî peşêw ḧałe, lenêw dawe diłî min
biřwane çi řengîne be xwênawe diłî min
perwaneyî ḧusne, ewe sûtawe diłî min
seyrî ke çi piř şořş û ẍewẍaye diłî min
wek ahûyî řemkirde le seḧraye diłî min
mecnûn sîfete, ’aşiqî leylaye diłî min
sergeşte û awareyî dunyaye diłî min
bew daneyî xałî, diłî mîḧnetzede sersam
mujganî wekû tîre, le bendî cigerî dam
řojim şewî tarîke bebê tom nîye aram
bêçare ke bê melce’ û me’waye diłî min
wa mesłeḧete xom hedefî tîrî qeder kem
lem ḧałetî diłřîşîye min boçî ḧezer kem
lem ’umre ke bê toye emin serfî nezer kem
boçîme? ke meḧrûm le dû dunyaye diłî min
bew şu’leyî řûy to diłî bêçare kebabe
bê mutrîb û saqîy û mey û bê çeng û řebabe
boç waye ke ’aşiqikujî lay êwe sewabe
kes řeḧmî be ḧałim nîye birjaye diłî min
’alem hemû bîzanê ke řîswaye diłî min
mayl be řox û ’arîzî zîbaye diłî min
qurbanî segî dulberî mîrzaNasnava edebîye diłî min
çarey be cenab ẍewsî le beẍdaye diłî min