bergirî le ḧefîdan beramber be felek

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  236 Dîtin
ey felek ta key eto, cewr û sitemkarî dekey
pîrezałêkî qedîmî, mekir û ’eyyarî dekey
da’ma wek duşminî xwênî ledûy alî ’ebay
her wekû bûcehlî mel’ûn, fî’lî ẍeddarî dekey
bê miruwet, řojî dîwanî ceza cwabit çîye?
to le ḧeq neslî ḧefîdan, wa bed etwarî dekey
zeřřeyê fikirî xuda nakey ḧîcabêkî ’elî
şimrî mel’ûnî? meger toş meylî xûnxiwarî dekey
besye axir lem xyanetkarîye ta key debê
ya ne xot her wek yezîd, teqlîdî kuffarî dekey
boç be naḧeq wa le te’qîb al û beytî eḧmedî
çon legeł ewladî ḧeyder mel’enetkarî dekey
wa leber bê çaw û řûyît, çawleber bûy bo zemîn
bergî şînit kafîye, bê şermî, lasarî dekey
to leber buxil û ḧesadet, kwêre çawî ẍîretit
řêy ḧeqit lê gum buwe mel’ûnî bê ’arî dekey
eşkî xûnîn dê le çaw xałe mîrzaNasnava edebî çunke to
zor meqamit ’alîye, wa dun peristarî dekey