ḧefîdanî dostî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  281 Dîtin
ta key felekî dûn! diłî min her be cefa bê?
lem mułke be aşube, be umêdî wefa bê
serdarî sipasnide le mîzanî ḧirufda
manemdî serî «seḧb»e û şayane ke şa bê
her kes ke ’edûy neslî ḧefîdanî se’îde
ya řebbî hemû weqtê, bebê ’eyş û sefa bê
pejmûrde dił û dîde, be eşk sîne be nałîn
meḧrûm le şefî’an û le cem’î xulefa bê
her kes ke nebê, yar û mededkarî ḧefîdan
dûçar be sed ’iciz û keder derd û siza bê
ya řeb be ḧeq sûreyî «taha» û «tebařek»
řûzerdî dû dinya û le dîwanî xuda bê
ta key diłî bêçareyî «mîrzaNasnava edebî» le kederda
matemzede mecruḧî demî tîẍî qeza bê