barî řojgar

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  293 Dîtin
çi sewdayêke wa yaran ke bê sewda le sermaye
ẍem û tem, mîḧnet û hîcran wekû xerqe lebermaye
’eceb řencim be zay’ çû, le sayey darî bêber bûm
be umêdî çi bûm? xom xiste ser em sat û sewdaye
le dûřûyî zemane û mîlletî em ’esre şêwawim
ke nazanim çi fikirêke legeł em gwêz û xurmaye
be sehlî tê megen yaran, temaşa ken çi řojêke?
be kullî řeḧmî ewladîş be eḧwałî pider naye
le bê meylîy řefîq û dost û qewmîyet ziban lengim
zibanî xame, nakame, le diłxoşî tewellaye
le kuncî mîḧneta bêkes perêşanḧał û damawim
esef nexlî wefa, emřo le dunya bê semer maye
mełên: dîwaneye «mîrzaNasnava edebî», kesê fikirî deqîqî bê
temaşay şîşeyî dił ken, be wełłahî hemû waye