bo ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  341 Dîtin
ser û małim be qurbanî şehî sakin le beẍdaye
şîfay derdî minî mezłûm be lutfî ew nebê naye
cenabî ẍewsî geylanî, şehêke qudweyî dîne
le zumrey şahbazanda, bełê her ew şehenşaye
’ebes řencêkî bêsûde legeł em weqit û eyyame
ẍenîmet ew kese deyba le zîkir û fîkirî ewdaye
ewa min ’ezmî řoynime, deçim bo xizmetî şahim
ḧeyatî cawîdan bo kes nîye, emřo zuferdaye
be sed luqman û eflatûn ’îlacî derdî min naka
’îlac û çarî dû dinya le xizmet zatî ewdaye
emin kemtir segêkim astanbosî seganî ew
ke «tacul’arfîn»e şahbaze, duřřî yektaye
be me’lûmî kesê perwaneyî şem’î cemalî bê
serefraze le dû dinya çi bakî ’eyşî dinyaye
temaşay «xałe mîrzaNasnava edebî» ken be pabosî segî naga
dû destî arezûmendîy hemû weqtê le bałaye