7

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 11 Xulek  1116 Dîtin

beyanî dway berçayî kirdin lawe be cwamêrî wit:

― ewe çîye ełêyt nyazit nîye îmřoş biçîte derewe. ne’ gyane wa nabêt heste biço xot bigoře. destê cilî xomim bo danawît řenge be berîşt zil bêt bełam her lemey êstet çatre ta eçîte lay ...

bergidrû destê cil ekeyt.

cwamêr nextê betûřeyî witî:

― cilim nawêt cilekanî xom başe, xo naçim bo şayî ... eger çûme derewe her bem cilanewe eçim cilî tazeş nakem heta parem nebê.

lawe seyrêkî demuçawî azarawîy cwamêrî kird serêkî ba da û hîç qisey nekird, lêy da řoyî bepêy karî xoyewe ...

dway řoynî lawe cwamêr ewende xoy le małewe pê negîra. cile konekanî xoy leber kird û hate derewe. le pêşa wekû şitê etut şerim ekat, herwa bê amanc lem kołanewe eçû bo ew kołan. le paşa kewte sûřanewe be şeqamekana bełam wekû ladêyyekî yekem car şardîtû çawî egêřa be camxaney koga û dûkanekan û seruçawî řêbwarekana. ewî le hemû şitêk pitir serincî řa’ekêşa sûřanewey serbazî çekdarbû dû dû be şeqamekana legeł řawestanî otmobêlî şestîr leserî piř le serbaz le serî kołan û çeqî çwarřêyanekana ke eme le řojî berbûnya serincî řanekêşabû.

lepiř le dûr aso memendî bedî kird ke yekê bû le hawřê here xoşewîstekanî. be zerdexeneyekî şîrînewe berewpîrî çû. bełam aso legeł zor têwridbûneweşya pêş ewey bigen be yek řûy lê hełkird. cwamêr wekû şûłkê biden le serî lûtî way pê hat. dway çend hengawêkî terîqî bîrî kewtewe kewa xoy çend gořawe, ewsa kewa em asoy becê hêştuwe xoy lawêkî barîkeley başpoş û řûgeş û qît û qinc bû êsta pyawêkî řûtełey sîsî têkşikawe.

xo asoy besezman ẍeybî pê nîye. awřî dayewe ke bangî kat dî ewîş awřî dawetewe le piştewe serincî lê eda û wekû biłê şêwey em kabraye ekat, bełam kêye û lekwê dîwêtî ya le kê eçê?

nazanêt! le bîrewerî yaxî buwe û xoy nadat be destewe! hêşta cwamêr nawekey tewaw nekirdibû aso xêra geřayewe serî çarey be xoşîyekî kitupiř geşayewe be geşeyekî tewawewe witî:

― ewe toy cwamêr? min bim û to nenasmewe. ba hezar ewendeş bigořdirêt! eme! ya nîşaney gewcîye ya hî pîrî.

cwamêr bepêkenînewe witî:

― bo pîrî biłêyt hîç pêtewe dyar nîye, dwa car çonim becê hêştûy herway. bełam bo gewcî ewe xot le min baştir xot enasî.

aso bepêkenînewe witî:

― başe şukir le qise xoşekanit nekewtûy.

destyan kirde milî yek û ewlaw’emlay yektiryan maç kird, be tase û arezûyekî zorewe aso pirsî:

― ewe key berbûyt? key hatûytewe? ya xwa bexêr bêytewe. kuře be xwa demêke lenawmana nît, çende? de sał, be dem xoşe. êy êste bokwê eçî, xo çayxaney ’ebeş nemawe ta biłêm eçît bo ewê. bîrte çon konkenit lê ekirdîn, řoyştîn destekeman tefir û tûna bû ...

her yekeyan kewte şwênê, merîwan kujra, ’elî gîrawe, emîn dest besere lew xwarane... şewketîş gwêzrayewe nazanim çî beser hat, ewanî keş pirşubławbûnewe.

― ey ’ebey çayçî çîy lê hat?

― her zû çayxanekeyan pê hełgirt îtir xoy negirtewe ḧałî xirap bû lem dwayîyeda leser sûçî dukanekey sermawer û qorîyekî danabû dost û nasyaw çayan la exwardewe. par zistanê le şeqamî ...da xa’înêk kujra serbazîş kewtine destiřêjî kwêrane, ’ebey le penca gulle zyatrî ber kewtibû bełam wityan merdayetîyekî gewrey kirdibû ke ebînê serbazê lelay ewewe jinêk ekujêt hîçî pê nakirêt semawere le kułekey pya emałêt, kabra hemû seruçawî esûtêt û kwêr ebêt, ewsa serbazekanî tir eydene ber desřêj. carê ba eme bes bêt. ew zelamane hatin, taqetî bendîxaneman nîye. êy êste bokwê eçî?

cwamêr witî:

― hîç amancêkim nîye, herwa boxom esûřêmewe.

― kewate were legełim ta ewlaye eçim. nextê îşim heye, beřêwe hendê qiseş ekeyn ... ê, lekwê dabezîwît? bo nehatîte lay min?

her le kelawekey caranayn. wa dyare le małî lawey amozatî? ferqî nîye ewêt çatre mişeye, be xirapey nałêm lawem xoş ewê, egerçî ew hawřêyetî êmeş nakat. beynêke xoy kela xistuwe her xerîkî kasbîye, êste bêguman parey çakî heye.

bo ewey be kemterxemî nezanê beramber be qisekanî, cwamêr lêy pirsî:

― le çîda lawe hawkarîtan nakat?

― le hemû şitêka. wekû witim xoy kela xistuwe ta êware xerîkî kar û kasbîye û ke êwareşî lê hat exzête małê kes çawî pêy nakewêt.

cwamêr besersamîyekewe witî:

― dway êware xełk çawî çîyî pê bikewêt, ey şewan le se’at heştewe ta şeşî beyanî geřan û hatuço qedeẍe nîye?

aso bepêkenînewe witî:

― ewey to eyłêyt bo xełkî bêkare wehaye, ême çend hawřêyekîn tiřî qedeẍey mîrîman biřîwe, kirdûmane be pîşe her şewe naşewê le małî yekêkmanîn. le êwarewe eçîn şew lewê řa’ebwêrîn û enûyn û beyanî dway biřanewey qedeẍe dêyne derê, bem core twanîmane lem axoran û bixuraneşa boxoman bexoşî řabwêrîn. kuře ey çî bikeyn, dinya mirdine her eweman bo emênêtewe.

cwamêr witî:

― wa dyare kestan jintan nehênawe û hemûş ḧałtan başe.

― berê wełła, hemûyan jinyan heye min nebim. bo ḧałî başîş zorman sipłî lawirgîn.

― ey to boçî wa mawîtewe be řebenî!

― belay minewe pyaw le wiłatî êmeda ke xoy le xoya ewende serbestîy nîye, eger jinîş bihênêt û ewîş kutê le serbestîyekey bikatewe, îtir her betewawî ebê be dîlî řasteqîne.

bîrte ke salar pîrot taze jinî hênabû, ney’ewêra biłê jinhênan xirape, eyut jinhênan bextyarîye, bełam be mercê kewa lew şwêne nebî ke jinekey lêye!

― çî? jin le serbestîy pyaw kel ekat! be xwa başî lê kel nekirduwe! ewe nîye hawřê jindarekanî to lem axoran û bixoraneşa ser naken be małî xoyana, bepêy qisey xot?

― ha bîrim çûbuwewe ke to layengirî jinît. bełam herçend ekem nazanim leme zyatir etanewê jin serbestîy çîy hebêt?

cwamêr serêkî ba da û bedaxewe witî:

― hey kiłoł û beşxuraw xot jin! serbestîy xořazandinewe û xo cwankirdin û xonwandin û nazkirdinit edeynê bo ewey xoştir pêt řabwêrîn, keçî toş ewendey pê xeřo ebî û wa ecûłêytewe û pyawîş wehat tê egeyenêt wekû nek hemû serbestîy xotit betewawî wergirtibêtewe ciłewî pyawetîşt girtibête dest xot, ewende bayî ebî ême xoşman lêman têk eçêt ke çîman dawîtê û boçî dawmanîtê! ne kake aso, ne tirist hebê û ne xem afretî lay ême û zor cêgey key dinya zor dûrin le serbestîy řasteqîne, we heta pyaw xawenî kîse û baxeł bêt qisey dwayîş her hîy ew ebêt le hemû karêka.

― hîç babe namaqûłîm kird, nemzanî her betewawî bûy be ewqatî jin, ełêy werdyanekanî bendîxaneketan afret bûn!

― dey ba waz lem qisane bihênîn, leway dinyawe xełk xerîkî em çeşne qisanen û hêşta negeyştûnete encam. ya řastirekey eweye ke nayanewêt bigene encam! êste embey bo kwê?

― min eçim bo lay nerîman ḧesen le kazînoy bextyarî, îmřo hatuwe, caran ke ehat le małî pûrî mîwan ebû.

êste mêrdekey pûrî leser tequtoqî dwênê şew gîřawe gwaya dengî gulle lay geřekî ewanewe hatuwe. ca bêguman małekeşyan xirawete jêr çawdêrîyekî wirdewe. ewî hatuçoyan bikat bê areq dernaçêt, nexwazeła yekêkî ser be gobendî wekû nerîmanîş ke hemîşe mîrî be çiray řon gerçekewe boy egeřêt. înca leber emewe leber şebeyxûnî nawbenawîş ke jendirme lenakaw eykene ser utêlekan û padar û bê pay tya pêkewe řapêç eken bo gîrawxane û lewê be kawxo bijarêkî pûş le kayan eken, ebê nerîman nebçête małî pûrî û ne’utêlîş, înca îşî bewe baş buwe ke kameran bapîr be řêkewt le řê çawî pêy kewtuwe û le ḧałekey agadar kirduwe û nardûyetîye ew kazînoye, wa minîş eçim bedûya ke bîbeme małî xoman.

cwamêr temaşayekî manadarî kird û witî:

― lepêş hemû şitêka to wa qisem bo ekey wekû min her dwênê û pêrê legeł êwe nebûbim, bîrit çuwe ke min de sał le êwe dûr kewtûmewe û agadarî hîç şitêktan nîm û zorî ew kesaney to nawyan ebey min her naşyannasim, bo wêne her nazanim nerîman ḧesen kêye, cige leme hemû basekem la seyre çunke em kare to boy hatûyt ne legeł areqxorî û bezmî řabwardinî şewantan we ne legeł bîrubaweřî caranîşt řêk ekewêt. caran to etut destim girtuwe be kiławî xomewe ba neybat, keçî êste wa xerîkî eyxeyte ber ba.

― yekcar ewendeş na, bełam ke hemû harîkarîy êmemanan le bizûtnewey nîştimanîda hatbête ser yarmetîyekî weha nebayexî û çend qiroşêk pîtak, şermezarî û namerdîye ke xomanî lê bidzînewe.

betaybetî le katêka ke xełkî tir, hawnîştimananî le ême azatir û diłsoztir gyanyan xistote ser lepî dest û be ser û mał û duwařojî xoyan û jin û minałyanewe xoyan hawîştote naw cergey xebatewe!

emey ême hezrantirîn fîdakarîye, ya derdî ełên «bêhêztirîn baweře!». witit nerîman nanasît, heqte. nerîman biray ḧeme çawşînî xwa lêxoşbuwe ke le xopîşandanekey lemeř toda şehîd kira. kuřêkî jîr û becerge lenêwan «li. c. n» û řêkxirawî şara poste ehênêt û eba, êste eybînît, le pêşa le qutabxane bû ta polî şeşî xwênd, leber nebûnî wazî le xwêndin hêna bû be şagirdî nanewa, nextê destî serserêtîşî hebû bełam botey xebat wa qałî kirduwe êstake le zêř saxtire, kuřêkî têgeyştûy leserxo û bê fîz û başî way lê derçuwe be diłî to. wa nizîkîş bûynewe, to her ewende danîşe ta be yektirîtan enasênim îtir heste biřo.

bełam bo şew ebê pêkewe bîn, zorit bîr ekem. hemûman gişt dost û biraderan bîrit eken, lewaneye ta beyanî xew neçête çawyan le xoşyana. îmşew le małî kawe biraymîn, řenge małekeyan nezanî gwastûyanetewe.

cwamêr qisekey pê biřî witî:

― ewî řast bê min ḧez nakem bêm, kawe biraymîş nanasim.

― nenasînî tya nîye to legeł min dêyt, cige lewe hemûşyan to enasin, ne’. nayeyt nîye. min lejêr zemîn bo to egeřam êste to bom hatûyte ser zemîn ... çon, heta têr têrit lê nexom, wa be’asanî wazit lê dênim. hawřêkanim hemû kuřî çakin û hemû kuřêkî çakîşyan xoş ewêt.

― axir!

― axir û oxrî pê nawêt, sat ḧewtî êware lay dergay duwemî baẍî giştî çaweřêm bike, dêm pêkewe eçîn bo małekeyan, lewêwe zor nizîke, ememan wa, înca ba biřoyn bo lay nerîman, ewete lew qujbineda danîştuwe çaweřê ekat. cwamêr xerîk bû minceminc bikat, aso gwêy nedaye pelkêşî kird û çûne gazînoke.

ke cwamêr le gazînoke hate derê biřwatewe małê çarey le caran řûnaktir bûbuwewe wekû ewey bînînî asoy hawřêy minałî û kuřî geřek û ew qise parawe germaney le kangay diłî ehatne derê û ew xoşewîstî û başîyey beser xełk û dewruberya ebaran, barêkî key jyanyan hênabêtewe bîr, boye le sê řoja yekem car bû çend deqîqeyek bas û nawî hîwa û daykî leser perdey mêşk û leser zimanî nebûn.