6

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 14 Xulek  965 Dîtin

cwamêr neyzanî em geştey le yadgara çendî xayand çunke bedemyewe xewî lê kewtibû. ke hesta temaşay se’atî ser mêzekey kird dway nîweřo bû le diłî xoya witî, bêguman lawe ke bo qawełtî hatewe hemû karêkî be şwên minałekana nardinî cêbecê kirduwe, çarekêkî pê çû jinekey lawe hate lay dergakeyewe witî:

― etirsim lawe bo qawełtî neyetewe, řojgarîş direnge ba nan bo to tê bikem, îtir lewe zyatir çaweřwanî ew nekeyn başe.

― hîç carî tir wa buwe nîweřwan bo nanxiwardin neyetewe?

― ne’ meger leser dawet bûbêt ewsaş le pêşewe agadarî ekirdîn!

cwamêr seyrêkî ba da witî:

― bêguman be îşekey minewe xerîkî xwarduwe. dey başe minîş ewende birsîm nîye se’atêkî keş çaweřwanî ekeyn. lay êware bû cwamêr le dałanekeda be şipirzeyîyekî dyarewe ehat û eçû. her kesê le dergay bidaye bew hîwayey ke beşkû lawe bêt û zû le dengubasî xoy agadarî kat ew dergay ekirdewe. ewende dergay bo xełk kirdewe taqetî çû wazî hêna çuwe jûrekey xoy, hêşta danenîştibû lawe hatewe. cwamêr her gwêy le dengî bû bepeleprûzkê xoy geyane lay, bełam ke çawî be matî û monîy lawe kewt koşkî awatî heresî hêna.

bekesasîyewe lêy pirsî:

― ha çî bû? kest nard?

lawe destêkî pan kirdewe û leberxoyewe biłtebłitêkî kird. cwamêr wekû em karey lawe lepiř řiqî hestandibê, nextê betundî witî:

― çî? tê nagem, pêm biłê beřastî bizanim kes enêrît bedûyana yan ne. boçî řastim pê nałêyt?

ke serî hełbiřî û çawî piř terîqî û řengî hełbizirkawî lawey dî tirsa lewey naxoşî mawey nedabêt. lexoyewe xaw buwewe wekû pařanewe witî:

― lêm bibûre bira gyan, nabê lêm bigrît. nazanî çendyan bîr ekem!

baweř bike bem de sałe hemûy beseryekewe ewendey em şew û řoje bîrim nekirdûn! herçî tase û xoşewîstî û arezûy benaçarî pestêwraw û bergîrawî em çend sałey diłim heye becarêk bestyan şikanduwe û hurujmyan bo hênawim, nazanim çî bikem, wexte şêt bibim. lebrîtî nan û aw û hewa û xoşî û şadmanî, le maneş pitir, le hemû şitêkî key dinya pitir, wexte biłêm leweş zyatir ke le zîndana tasey serbestîm ekird êste tasey ewan ekem. lêm megre eger biłêm her leber ewan û bo nizîkî lewanewe bû ke ḧezim ekird bêmewe êre, egîna zor çak ezanim bo yekêkî wek min hatnewe êre çi metirsîyekî tyaye.

boye damnawe herke yekman girtewe dawa bikem şwênî çawdêrîyekim bo bigwêznewe bo şarêkî tir, ke her basî şořşîşî tya nekirêt! egerçî baweřîş nakem emem bo biken. çunke zor car dêt be bîrma ke minyan boye wa sûk û asan hênawetewe êre û lêreş bê çawdêrîyekî pêwîst berełłayan kirdûm bo ewey bimken be tełe û be xeyałî xoyan xełkî serbeşořşim pê bigirin! lawe kewa em qisaney cwamêrî lela wekû xwê be birînewekirdin wehabû, henaseyekî hełkêşa û witî:

― ezanim gyanî min herçî to eyłêyt û hestî pê ekeyt hemûy becên û řastin. min xom tawanbarim, ebû nehêłim ew kare wehay lê bêt. herçonîk bêt êsteş çarim naçare bizanîn bo kwêman ebat!

geřam zor geřam xełk her ewe bû neyan’edame ber kilkan ke emut biçin bo «gułan» ełên lem dwayîyeda şeř kewtote ew nawçeyewe beşêkî le layen hêzî mîrîyewe dagîr kirawe. dû nuxteyan danawe leser şeqame řêyekey boy eçê be giran xełk lêyan derbaz ebêt.

eger lem serîş sełte zelam herçonêk bêt bitwanî xoy le nuxtekan la bidat, le geřaneweda be jin û minał û barge û wiłaxewe her ekewête ber qemçîyan ca ewsa meger xwa bigat be firyay ew keseda.

lawe ke tirs û samî çawî cwamêrî dî baydayewe û witî:

― jin û minał řenge be pare řizgaryan bibê. herweha kabraş etwanê be hoy ewanewe xoy derbaz bikat, bełam kê amadeye xoy bixate em agirewe! desełat nîye ebê pele nekeyn mawem bide leserxo bîrêkî lê bikeynewe.

― axir ...

― çar nîye biram ebê pîlanêk dabnêyn ke ne ewan û ne ew keseş ke eçê bedûyana dûçarî felaket bibin.

― řast ekey bełam herçî ekey tikat lê ekem nextê pele bike, başe ke ḧał wa bêt wekû bast kird kê eçê bedûyana. lewaneye her kesman dest nekewêt.

lawe serêkî ba da û witî:

― ba bizanim, çareyek edozmewe, to biłêyt xizmê, nasyawê merdêkman dest nekewê. - leberxoyewe witî: herçonê bêt pêwîste be zûtrîn kat xom le jêr em bare derbihênim- . ebê toş nextê dan be xota bigrît serim lê neşêwênît!

― başe. babe îtir qisey tya nakem bełam toş meyxere piştigwê.

― kewate başe biřîmanewe, ca bêynewe ser řabwardinî emşewman ełêyt çî areq û mezeke bihênim û her lêre danîşîn boxoman qumê bixiwênewe û nextê xem be ba bikeyn, xo benaşkurî ełêm! çûne derewe û sînema û şitî wa nîye.

cwamêr dway îstêk wekû xeyałî lelay lawe nebûbêt witî:

― arezûy xote, başe tifaqeket bihêne êre. le diłî xoya witî:

herçende min naşxomewe bełam bam le êstewe le xeyałî nedem, zor zor pest dyare.

lawe ewendey cigerekêşêkî pê neçû meze û areq û tifaqî xwardinewey şeş ḧewt kesî areqxorî hênaye jûrê lay cwamêr înca xoyşî beramberî danîşt. dû pyałey be arezûy xoy bo herdûkyan tê kird û witî:

― noş!

cwamêrîş pyałekey xoy hełgirt le yekyan da û birdî bo demî bełam bê ewey hîçî lê bixiwatewe daynayewe.

lawe witî:

― babçim řadyokeşim bihênim.

cwamêr betûřeyîyekî bê cêwe witî:

― ne bexwa le řadyo geřê taqetî dengubasman nîye.

lawe bedem peşîmanîyewe witî:

― bo dengubas na, bo goranî, carubar goranîy xoş heye.

cwamêr wek poziş bihênêtewe bo tûřebûnekey witî:

― de başe, minîş ḧez le goranî ekem, be şertê neyxeyte ser dengubas, řadyoke bihêne.

lawe řadyoy hêna. hendê xerîk bû legełî hîç goranîyekî xoşî nedozîyewe, day xist û witî:

― carê hîç kwêye nîye, ba boxoman qise bikeyn.

herçende naşmewê birînit bikulênmewe, bełam wa le sayey xwawe řizgarit bû eger pêy seẍłet nabî nextê basî jyan û řabwardinî zîndanim bo bike.

cwamêr serî daxist û hîç qisey nekird.

lawe witî:

― her kese be corêk basî ekat pyaw serî lê têk çuwe nazanêt kê řast ekat û kê diro. hendê kes way bas eken wekû jyan û řabwardinî bendîxane yekcar ewende naxoş nebêt.

cwamêr têgeyî çarî nîye ebê şitêk biłê boye destî pê kird:

― ewî řast bêt bendîxane ne jyanî tyaye û ne řabwardin çunke ne geşekirdin, ne xoşîyek û ne hênaneberhemî nirxêkî madî ya me’newî tyaye, tenya řoj kuştin û sał naştinî tyaye û bes. řenge hendê pyaw çak û diłpak layan wa bêt bendîxane başkirdinxaneye.

tawanbarî tya pak ebêtewe řewştî xwar û bîrî çewtî tya řast ekirêtewe! bełam ewî min dîm her betewawî pêçewaney emeye û ewaney bendîxaneşyan bedeste lam waye her bo toqandin û azardanî xełk dayannawe, egîna deste û dayereyekî başyan beser da’ena. ewî çawî be cûłanewey karbedestan û werdyanekanî bendîxane û zîndanekan nekewêt natwanê ne lem řastîye bigat û ne leweş, ke pyaw le barya heye ta çi endazeyek hestî mirovayetî û pyawetî û şeref le diłî xoya bipłîşênêtewe! we çon etwanê le meydanî diřindeyî û canewerîda gurg û piłing û bewrî besezman cê bihêłêt. ca eger řast bwaye ke karbedestanî wiłat ewendey tozê bezeyîy mirovayetî le diłyanaye û nyazyan le bendîkirdin başkirdine nek toqandin û têkşikandin, ew miłozme pîsaneyan beserewe dane’ena, kewa her lew řojewe bendî tya edrête destyan nyazyan eweye be hemû corêk kerametî biplîşênnewe û gyanî bipestinewe bo ewey heta hetaye her serşoř û milkeç bêt. bałî fîz û be xoda řapeřmûnî bibiřn bo ewey hergîz hełnesêtewe û řegî baweřî lebin hełkenin, zat û cwamêrî û azayî le gyanî derbihênin, bo ewey nek her xełkî leberçaw bixen xoyşî bêz le xoy bikatewe, xoy la ewende pest û nizim û pîs û bê nirxî bêt ke newêrê be xewî şewanîş, ne dem be xirapî ew řijême bikatewe ke ewan segî paskirdinîn we nedest le řûya hełbihênêtewe û ne bîrîş le begjaçûnî bikatewe. bełam kar bewe başe ke ew diřindane û gewrekanîşyan aw le dinga ekutin ...

siruştî binyademyan nenasîwe û agaşyan le qanunî gořan û pêşkewtin nîye. leber ewe seryan emênê suř û zaretrek ebin ke ebînin bepêçewaney amancî giławî ewan legeł ew hemû diřindeyî û canewerîyeşa ke bekarî ehênin heta dêt bangî azadî aşkiratir û jimarey nîştimanperwer û azadîxwazan zyatir ebêt! naw cergey tarîkî ew zîndananey be nyazî xinkandinî bîr û tasandinî gyan dirustyan kirdûn û herçî řêgey şeytananey bênamûsî heye tyaya bekar ehênin le pênawî geyştin bem nyaze pîseyana, naw cergî em zîndane tengutarane piřn le qaremanî nebez ke baweřyan be jyanewe û serbestî û serbexoyîy wiłat le kêwî bêstun çespîwtir û pitewtire. lêreda cwamêr îstêkî kird. laweş emey be hel zanî witî:

― dey qumêk le pêkeket bide sard buwewe! to ezanî min wam ezanî bendîxane herwekû ser û gwêlakî gořîwît bîrubaweřîşî gořîwît, be bîrma ne’ehat dway hatne derewet le bendîxane lejêr cêgaşewe bîr le syaset bikeytewe keçî kutumit ełêyt şořişgêře řasteqînekanî qise ekeyt. ewe çîye ełêyt naxoytewe pêkeket her le cêy xoyetî.

cwamêr be germîyekî lawanewe witî:

― to ełêyt çî kakî xom! ew ḧukme naheqe nařewayey beser minda dira, ew derd û meynetî û kwêrewerîyey le xutu xořayî tûşî xom û mał û minałim bû, ew siza û azar û sûkî û kirdewe naşîrînaney le zîndana dûçarî bûm û legełim kirawe û dîwme û legeł xełkîş ekirêt, daxêkyan nawe be gyanmewe heta hetaye xoş nebêtewe û heta mawim be dił û derûn dujminî xwênexwêy ew nîzame bim ke xełk wa be naheq û le xutuxořayî fiřê edate kunî zîndanewe û binyadem lew paye pest û nizmeda řa’egrêt û bew core naşîrîne namerdaneye legełyan ecûłêtewe, bełam biłêm çî. nazanim legeł řojgar biłêm çî, ew nalebare ełêyt xwênî leserme, mawey xo be kuştidanêkî pyawaneşim nadat, herçende bîr le kesasî û bêkesîy hîwa û daykî ekemewe biřistim ebřê û pekim ekewêt. destêkim ekewête emla û destêkim ekewête ewla! her qisem bo emênêtewe, egîna cêy heqî min ew kej û kêwane bû. naw «li. a. n», firmanî min ewe bû ke le řîzî yekemî cengaweranî řêy azadîda dijî em řijême bogene bicengim û xebat bikem heta mirdin ya serkewtin! seyr ekey kakî xom min çend bedbextim? serbestîy mirdinîşîm nîye. keçî toş ełêyt bext hîç nîye! babe başe bextyarîm newîst le jyana bełam boçî bext yarim nabê le mirdina, nayełê mirdinêkî be diłê xom bimirim!

lawe ke dîy cwamêr her beřastî bem bîrewerîye birînî ekulêtewe û hêşta qetmaẍey nehênawetewe way be baş zanî baseke bigořêt boye witî:

― to xerîkî bem qisane xwardineweketim lebîr ebeytewe, ewe çîte?

destî bird pêkekey cwamêrî girt be destewe, ke dêy her le cêy xoyetî witî:

― ne gyane wa nabê. fermû dey qumêkî çakî lê de. hînekey min wa ebřêtewe.

cwamêr bematîyekewe witî:

― nyazim nîye bixomewe.

― boçî swêndit xwarduwe?

― na, herwa, ḧezî lê nakem.

cwamêr em qiseyey ewende be azarewe kird lawe dayna ke le serî neřwa. pyałekey na be seryewe û pêkêkî key boxoy dirust kirdewe û witî:

― xot xawen małît. to bixoytewe û nexoytewe min mûçe şewanekey xom exomewe, sê pêk, bê kem û zyad. ewetey dinya way lê hatuwe û hatuçoy xełkikirdin û çayxane û geřan nemawe, minîş serim kirdote ser areq. dey ba bizanîn goranîyekî xoş nadozînewe.

lawe xoy xerîk kird be řadyokewe qisey nekird û destî lê hełnegirt ta goranîyekî azerbaycanîy dozîyewe witî:

― emîş xoşe tamî kurdî edat, nazanim lay to çone lay min zor xoşe. her beřastî goranî em nawçeyey řojhełatî naweřast weha têkeł bûn be taybetî hîy kurdî û turkî û azerî pyaw natwanê leyek cwêyan bikatewe.

― lam waye zorî awaze turkîyekan le kurdîyewe wergîrawin û her wekû çon be xełkî kurdistan ełên turkî şaxî, be goranîyekanîş ełên «şerqî»y turkî.

― ca kurd çîy xoy pê parêzrawe ta goranî û mosîqay pê biparêzrêt! pyaw ke xoy nebû hîçî key nabêt, małî ebê be serbeşî małan, xêr, bîrîşî ebrêt be tałan! be dirêjayî mêjû her pyawî hełkewtûy kurd buwe û xizmetî bêganey kirduwe, le hemû meydanêkî çalakî û pêşkewtin û zanîna. keçî hêşta nemdîwe bêganeyek xizmetî şitêkî kurdî kirdibêt!

― wa dyare kurd le pêş xełkewe bîrubaweřî mirovayetîyan hebuwe û wazyan le řegezperistî û neteweperistî hênawe!

― ne be xwa, bełam leber diłî to ba wa bêt.

bem çeşne qisane se’atyan kird be de ewsa şêwyan kird û dway nextê danîştin û xoxerîk kirdin be řadyokewe lawe witî:

― to enûy binû, min řadyoke ebem gwê le dengubasî qahîre egirim.

cwamêr witî:

― başe bîbe min taqetî dengubasim nîye.

― dey şew baş û xew xoş.

― şew baş bełam le xewî xoş bêzar bûm, bese îtir ḧez le nextê waqî’î xoş ekem. ḧez ekem hendê lew xewe xoşanem bête dî.

wekû bengikêşim lê hatuwe be dest zîndexewî xoşewe.

― de sa min ewende le waqî’ bêzarim wexte swêm bêtewe bo xewêkî xoş.

― de başe şewt baş û xewt xoş! - temaşayekî se’atî ser mêzekey kird - biřo xêra ke neweka be dengubasa negeyt. ta řadyoket telî hewa û erzî tê exeyt lewaneye nîwey dengubaseke bibřêtewe.