bab 27

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 8 Xulek  572 Dîtin

1) û ke sibḧeynê zû bû hemû kahînanî gewre û pîranî qewmî tegbîryan kird leser yesû’ ke bîkujin.

2) û ewyan best û birdyan û be pîlatos ḧakmyan teslîm kird.

3) wextêkî yehûda teslîmkerî wî dîtî ke ḧukim leser ewî kira peşîman bowe û ew sî dirawe zêwey bo kahînanî gewre û pîran wergêřawe.

4) deygut: «gunaḧim kirduwe ke xwênî bê suçim teslîm kirduwe.» beła ewan kutyan: «be me çî? boxot dezanî.»

5) û ew dirawe zêwey de heykelê hawîşt, weder kewt û çû xoy xinkand.

6) beła kahînanî gewre ew dirawe zêweyan hełgirt û kutyan: «dirust nîye ke ewane de xezêney heykelê bawêjîn, çunke qîmetî xwêne.»

7) û tegbîryan kird û zewîy gozekeryan be wan kiřî bo qebiristanî ẍerîban.

8) leber eweye ew zewîye heta ewřo zewîy xwên bang kirawe.

9) ew wextî tewaw bû ew çitey ke kutrawe be destî yermya pêẍember ke dełê: «û ew sî dirawe zêweyan hełgirt, qîmetî qîmetkiraw, ewey ke hêndêk le benî îsra’îl qîmetyan leser dana.

10) û ewanyan da be zewîy gozekerî, çilonêkî řeb be min emrî kird.»

11) beła yesû’ le pêş ḧakim řagîra, û ḧakim lêy pirsî deygut: «erê eto padşay yehûdyanî?» û yesû’ be wî gut: «eto dełêy.»

12) û ke kahînanî gewre û pîran gileyîyan le wî dekird, hîç cwabî neda.

13) ew wextî pîlatos be wî gut: «erê nabyêy çend çitanî zîddî to şayedî deden?»

14) û le hîç qiseyekîş cwabî be wî neda, weha ke ḧakim zor ’ecayb ma.

15) beła de cêjneyda ḧakim ’adetî bû ke girtûyek bo xełkî berełła bika, her kes ke wîstibayan.

16) û dew wextîda girtûyekî meşhûryan hebû nêwî birabas.

17) dena wextêkî ewan xiř bûnewe, pîlatos be wanî gut: «kêhe detanewê ke bo engo berełła bikem. birabas yan yesû’ ke mesîḧ bang dekirê?»

18) çunke deyzanî ke le bexîlî ewyan teslîm kirdibû.

19) beła wextêkî leser kursî dîwan řonîştibû, jinî wî nardye kin ewî deygut: «degeł ew sadqey hîç karit nebê, çunke ewřo de xewnda le sebebî wî zor ezyetim kêşawe.»

20) beła kahînanî gewre û pîran xełkîyan fêr kird ke birabasî tełeb biken û yesû’î hîlak biken.

21) beła ḧakim cwabî da û be wanî gut: «kêhe lew dwane detanewê ke bo engo berełła bikem?» û ewan kutyan birabasî.

22) pîlatos be wanî gut: «dena degeł yesû’ ke mesîḧ bang dekirê çî bikem?» hemû kutyan: «ba le sêdarey bidrê.»

23) û ew kutî: «dena çî xirapîyekî kirduwe?» beła ewan her pitir qîjandyan, deyangut: «ba le sêdarey bidrê.»

24) wextêkî pîlatos dîtî ke hîç faydey nebû, beła ke şiluqî her pitir debû, awî hełgirt û destanî xoy le pêş çawî xełkî şûşt, deygut: «emin bê xetam lew xwêney, boxotan dezanin.»

25) û hemû qewmî cwabyan da û kutyan: «xwênî wî leser eme û leser mindałanî me bê.»

26) ew wextî birabasî bo wan berełła kird û ke yesû’ qamçî lêdabû teslîmî kird ke le sêdarey bidrê.

27) ew wextî ’eskeranî ḧakim yesû’yan birde jûr dîwanxanî û hemû fewcyanTeksta ne aşkira leser ewî xiř kirdewe.

28) û ewyan řût kird û cubbeyekî sûr deber ewyan kird.

29) û tacêkyan le derewey çinî û le serî wîyan dana û qamîşêkyan be destî řastî wî da û çokyan le pêş ewî dada û gepyan pê da, deyangut: «selam ey padşay yehûdyan.»

30) û tifyan lê kird û qamîşekeyan hełgirt û le serî wîyan deda.

31) û ke gepyan pê dabû, cubbeke leber ewyan dakend û cilî xoy deberyan kird û birdyan ke le sêdarey biden.

32) û ke weder dekewtin pyawêk le kûrênCihy nêwî şem’ûn, peydayan kird û ewyan mecbûr kird ke sêdarey wî hełgirê.

33) û ke hatne cêyekî ke golgota bang dekirê, ye’nî cêy kasey ser.

34) şerapê têkeł be zerdawyan be wî da ke bixiwatewe û ke çêştî neywîst ke bîxwatewe.

35) û ke ewyan le sêdarey dabû, cilî wîyan le nêw xoyan beş kird be pişk hawîştinê.

36) û řonîştin û kêşkî wîyan lewê dekêşa.

37) û le berejûrî serî wî xetanamey wîyan dana, wa nûsrabû: «eweye yesû’ padşay yehûdyan.»

38) ew wextî dû cerdan degeł ewî le sêdarey diran, yekêk le lay řastî û yekêk le lay çepî.

39) û řêbwaran kifryan pê dekird û serî xoyan řadeweşand.

40) û deyangut: «ey xirapkarî heykelê û dirustikerî wî de sê řojanda, xot xełas bike eger kuřî xułay, û were xwarê le sêdarey.»

41) her waş kahînanî gewre degeł xwêndewaran û pîran gepyan pê deda û kutyan:

42) «î dîkaney xełas kirduwe, xoy natwanê xełas bika. padşay îsra’île. ba ewêsta bête xwarê le sêdarey û îman be wî dênîn.

43) leser xułay tewekulî kirduwe, ba ew ewêsta ewî xełas bika, eger le wî řazîye çunke kutûye, kuřî xułam.»

44) û her bew terze ew cerdaneş ke degeł ewî le sêdarey dirabûn xirapyan be wî degut.

45) beła le se’atî şeşum tarîkayî leser hemû erzê bû heta se’atî noyem.

46) û beqed se’atî noyem yesû’ be dengêkî biłind qîjandî, deygut: «aylî aylî lema sebeqtenîErebî»? ye’nî «ya xułay min, xułay min, boçî eminit becê hêştuwe?»

47) beła hêndêk le ewaney ke lewê řawestabûn, wextêkî bîstyan kutyan, ew elyasî bang deka.

48) û cêbecê yekêk le wan lingî da û hewrîyekî hełgirt û le sirke piřî kird û leser qamîşêkî dana û day be wî ke bixiwatewe.

49) beła ewanî dîke kutyan: «lêy geřê, ba bibînîn eger elyas bê ke ewî xełas bika.»

50) û yesû’ dîsan be dengêkî biłind qîjandî û řuḧî teslîm kird.

51) û eweta perdey heykelê dû let bû le seřřa heta xwarê û erz lerzî û şaxan qełêşan.

52) û qebran awałe bûnewe û zor le bedenî muqedesan ke nûstibûn hełistanewe.

53) û le qebran weder kewtin û le paş hełistanewey wî hatne şarî muqedes û bo zoran bîndiran.

54) beła yuzbaşî û ewaney ke degeł ewî kêşkî yesû’yan dekêşa, wextêkî dîtyan zilzile û ew çitaney ke debûn zor tirsan, deyangut: «beřastî ewe kuřî xułay bû.»

55) û zor jinan ke le celîlî wedway yesû’ kewtibûn ke xizmetî wî biken lewê bûn û le dûrewe temaşayan dekird.

56) lenêw ewan miryem megdelîKes bû û miryem daykî ye’qûb û yusif û daykî kuřanî zebdî.

57) û ke êwarê bû pyawêkî dewłemend le îmaratye hat, nêwî yusif ke boxoşî şagirdî yesû’ bû.

58) ew çû kin pîlatos û meytî yesû’î tełeb kird. ew wextî pîlatos emrî kird ke be wî bidrê.

59) û yusif meytekey hełgirt û ewî de ketanî pak pêçawe.

60) û ewî de qebrî tazey xoy dana ke de şaxîda hełkendirabû, û berdêkî gewrey le derkey qebrê xillor kirdewe û řoyî.

61) û miryem megdelî û miryemî dîke lewê bûn û beramberî qebrî řonîştibûn.

62) û de řojî dîkeda, ke le paş tedarkî bû, kahînanî gewre û ferîsyan lekin pîlatos xiř bûnewe.

63) deyangut: «ey aẍa, webîrman dê ke wextêkî ew firîwdere hêşta zîndû bû, kutî: ke le paş sê řojan hełdestimewe.

64) dena ḧukmê bike ke heta sê řojan kêşkî qebrî bikêşin, neba şagirdan ewî bidzin û be xełkî biłên: le nêw mirduwan hełsitawetewe û firîwî axrêy le î hewełê xiraptir debê.»

65) pîlatos be wanî gut: «kêşkiçyanû heye, biřon û kêşkî bikêşin çilonêkî dezanin.»

66) û ewan çûn û qebrekeyan be kêşkiçyan qaym kird le paş ewey ke berdekeyan mor kirdibû.