bab 26

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 9 Xulek  502 Dîtin

1) û bû ke wextêkî yesû’ hemû ew qisaney xełas kirdibû, be şagirdanî xoy gut:

2) «engo dezanin ke le paş dû řojan cêjnî fesiḧ debê û kuřî însanî teslîm dekirê ke le sêdarey bidrê.

3) ew wextî kahînanî gewre û pîranî qewmî xiř bûnewe de ḧesarî kahînî gewreda ke qyafa bang dekira.

4) û tegbîryan kird ke yesû’ be fêł bigirin û bîkujin.

5) beła kutyan: «de cêjnîda ne, neba şêwawî lenêw qewmî bibê.»

6) û wextêkî yesû’ de beytu’enya de małî şem’ûnî gulda bû.

7) jinêk hate kin ewî ke şûşeyekî řonî zor be qîmetî hebû, û wextêkî leser sifrey řonîştibû be serî wîda řişt.

8) beła şagirdan wextêkî ewyan dî, naqayl bûn deyangut: «ew zaye bo çîye?»

9) çunke mumkîn bû ke ewe be qîmetêkî giran bifroşê û be feqîran bidrê.

10) beła yesû’ zanî û be wanî gut: «boçî ew jiney ’aciz deken? çunke ’emelêkî çakî bo min kirduwe.

11) çunke feqîranû hemîşe degeł xotan heye beła emnû hemîşe nîye.

12) çunke wextêkî ew řoney leser bedenî min řişt emnî bo naştinê ḧazir kird.

13) řastî be engo dełêm: her cêyekî ke ew încîle we’iz dekirê de hemû dinyayda, xeberîş dedrê le ewey ke ew kirdî bo yadgarî wî.»

14) ew wextî yekêk lew dwazdaney ke nêwî yehûday êsxerîwtîKes bû çû kin kahînanî gewre.

15) û kutî: «be min çî deden û emin ewî be engo teslîm dekem?»

16) û ewan sê dirawî zêwyan bo wî kêşa.

17) û le ew wextîyewe le fursetê degeřa ke ewî teslîm bika.

18) beła de řojî hewełî cêjnî fetîrêda şagirdan hatne kin yesû’ deyangut: «le kwê detewê ke bo to ḧazir bikeyn ke fesḧê bixoy.»

19) û ew kutî: «biřone şarî le kin fiłan kes û be wî biłên, mamosta dełê: wextî min nîzîke, le kin eto degeł şagirdanî xom fesḧê dexom.»

19) û şagirdan kirdyan her wekû yesû’ be wan emrî kirdibû û fesḧyan ḧazir kird.

20) û ke êwarê bû degeł ew dwazde şagirdaney leser sifrey řonîşt.

21) û ke ewan deyan xward kutî: «řastî be engo dełêm: ke yekêk le engo emin teslîm deka.»

22) û zor xemnak bûn û destyan pê kird ke her yek be wî biłên: «meger emnim ey řeb?»

23) beła ew cwabî da û kutî: «ewey ke degeł emin dest de qapî dexa ew emin teslîm deka.»

24) hełbete kuřî însanî deřwa çilonêkî beḧsî wî nûsrawe, beła way bo ew kesey ke kuřî însanî be sebebî wî teslîm dekirê, bo ewe ke çatir debû eger be weled nebûbaye.

25) û yehûda ke ewî teslîm dekird, cwabî da û kutî: «meger emnim ey řeb?» be wî gut: «etu kutûte.»

26) û ke ewan nanyan dexward yesû’ nanî hełgirt û membarekî kird, letî kird û day be şagirdan û kutî wergirin bîxon, ewe bedenî mine.

27) û pyałeyekî hełgirt û şukirî kird, day be wan deygut: «hemûtan le wey bixonewe.»

28) çunke ewe xwênî mine î ’ehdî taze, ke bo zoran deřêjêndirê bo bexşînî gunaḧan.

29) beła be engo dełêm: «lewey paş qet naxomewe le ḧasłî ew mêwey heta ew řojey ke degeł engo de padşayetî babî xomda ewî taze dexomewe.»

30) û ke zebûryan xwêndibû bo kêwî zeytûnî weder kewtin.

31) ew wextî yesû’ be wanî gut: «dew şeweyda hemûtan le min hełdengutrên, çunke nûsrawe le şwanî dedem û meřanî mêgelî biław debin.

32) beła le paş hełistanewey min wepêş engo dekewm bo celîlî.»

33) pîtros cwabî da û be wî gut: «eger hemû le to hełbingutrên emin qet hełnangutrêm.»

34) yesû’ be wî gut: «řastî be to dełêm: dew şeweyda, le pêş eweyda ke kełebab bixiwênê, sê car le min ḧaşa dekey.»

35) pîtros be wî gut: «eger bo min lazim bê ke degeł eto bimirim, qet le to ḧaşa nakem. we her waş hemû şagirdan kutyan.»

36) ew wextî yesû’ degeł ewan hate cêyekî ke gêtsîmanî bang dekira, û be şagirdanî gut: «řonîşin lêre heta biçim lewê û du’a bikem.»

37) û pîtros û ew dû kuřaney zebdî degeł xoy hełgirt û destî pê kird be xemnakî û diłtengî.

38) ew wextî be wanî gut: «gyanî min zor xemnake heta mirdinê, lêre bimênin û degeł emin be xeber bin.»

39) û kemêk çû pêş û beser zewîda kewt û du’ay dekird, deygut: «ya babî min, eger mumkîn bê, ba ew pyałe le min řabbirê, beła ne wekû emin demewê, beła wekû eto detewê.»

40) û hate kin şagirdan û ewanî nûstû peyda kird û be pêtrosî gut: «erê netandetwanî yek se’at degeł emin be xeber bin?

41) be xeber bin û du’a biken, hetakû de tecrebey nekewn. hełbete řuḧ řazîye, beła beden ze’îfe.»

42) dîsan carî dûyem çû û du’ay kird, deygut: «ya babî min eger mumkîn nabê ke ewe řabbirê bêcge le wey ke bîxomewe, ba îradey to bê.»

43) û hat û dîsan ewanî nûstû peyda kird, çunke çawî wan giran bû.

44) û ewanî becê hêşt û dîsan çû û carî sêyem du’ay kird û dîsan her ew qisey degut.

45) ew wextî hate kin şagirdan û be wanî gut: «ewêsta binûn û biḧesênewe, eweta ew se’ate nîzîke û kuřî însanî be destanî gunaḧkaran teslîm dekirê.

46) hełsitin ba biçîn, eweta ewey ke emin teslîm deka nîzîke.»

47) û ke hêşta ew qisey dekird eweta yehûda yekêk lew dwazdane hat û ẍełebayîyekî zor degeł ewî

be şîran û kutkan lelay kahînanî gewre û pîranî qewmî.

48) û teslîmkerî wî nîşaneyekî be wan dabû deygut: «ewey ke emin maçî dekem, ewe hewe, bîgirin.»

49) û cêbecê hate kin yesû’ û kutî: «selam ey mamosta û ewî maç kird.»

50) beła yesû’ be wî gut: «ey dost, leber çî hatûy?» ew wextî hatne pêş û destanyan hawîşte ser yesû’ û girtyan.

51) û eweta yekêk le ewaney ke degeł yesû’ bûn destî dirêj kird û şîrî xoy hełkêşa û le xizmetkarî kahînî gewrey da û gwêy wî biřî.

52) ew wextî yesû’ be wî gut: «şîrî xot bigîřewe cêy xoy, çunke hemû ewan ke şîr hełdegirin, be şîr hîlak debin.

53) yan fikir dekey ke natwanim le babî xom tełeb bikem û her ewêsta pitir le dwazde locîwnî melayketan bo min binêrê?

54) beła kitêban çilon tewaw debin, ke dełên: ke lazme ke weha bibê.»

55) dew se’ateyda yesû’ bew ẍełebayîyaney gut: «wekû bo ser cerdeyekî weder kewtûn be şîran û kutkan hetakû emin bigirin, her řoj de heykelêda řonîştim û te’lîmim deda û emnû negirt.

56) beła ewe hemû buwe hetakû kitêbanî pêẍemberan tewaw bibin.» ew wextî hemû şagirdan ewyan becê hêşt û hełatin.

57) û ewaney ke yesû’yan girtibû birdyane kin qyafa, kahînî gewre, le kwê ke xwêndewaran û pîran xiř bibûnewe.

58) û pîtros le dûrewe wedway wî kewt heta ḧesarî kahînî gewre û çû jûrê û degeł xizmetkaran řonîşt hetakû axîrî bibînê.

59) beła kahînanî gewre û hemû meclîsî keyxudayan le şayedî diro leser yesû’ degeřan hetakû bîkujin.

60) û peydayan nedekird, her çend zor şayedanî dirozin hatne pêş, beła de axrêda dû hatne pêş.

61) kutyan: ewe kutûye: «detwanim heykelî xułay biřuxênim û be sê řojan dirustî bikemewe.»

62) û kahînî gewre hełsita û be wî gut: «erê hîç cwab nadey? ewane leser eto şayedî deden?»

63) beła yesû’ bêdeng bû û kahînî gewre cwabî da û be wî gut: «be xułay zîndû swêndit dedem ke eger etoy ew mesîḧ kuřî xułay be me biłê.»

64) yesû’ be wî gut: «eto kutit, beła be engo dełêm: lewey paş kuřî însanî debînin ke le lay řastî quwetê řodenîşê û leser hewranî asman dê.»

65) ew wextî kahînî gewre cilê xoy diřî deygut: «kifrî kird, îdî çî îḧtyacman be şayedan heye? eweta ewêsta kifrû bîstuwe.

66) çî fikir deken?» û ewan cwabyan da û kutyan: «layqî mirdinêye.»

67) ew wextî tifyan de řûy wîda kird û mistyan lê da û hêndêk zilleyan lê da.

68) deyangut: «be me pêẍemberyetî bike, ey mesîḧ, ewe kêye ke le toy da?»

69) beła pîtros le derê de ḧesarêda řodenîşt. we qerwaşêk hate kin ewî deygut: «etoş degeł yesû’ celîlî bûy.»

70) beła le řûy hemuwan ḧaşayî kird, deygut: «nazanim çî dełêy.»

71) û ke weder kewte dałanî yekî dîke ewî dî û be wanî gut ke lewê bûn, ewe degeł yesû’ nasrî bû.

72) û dîsan ḧaşayî kird be swêndêkî, ew pyawey nanasim.

73) û le paş kemêkî ewaney ke lewê řawestabûn hatne pêş û be pîtrosyan gut: «beřastî etoş le wanî çunke qisekirdinî toş aşkirat deka.»

74) ew wextî destî pê kird ke le’net bika û swênd bixiwa ew pyawey nanasim. we cêbecê kełebab xwêndî.

75) û pîtros ew qisey yesû’î webîr hatewe ke kutbûy: «le pêş eweyda ke kełebab bixiwênê, sê car le min ḧaşa dekey û weder kewte derê û be tałî girya.»