giftar dir qiza û qidir gwîd

Li pirtûka:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
Berhema:
Feqê Qadrî Hemewend (1830-1890)
 3 Xulek  588 Dîtin
hay derwêş seyr ker ce sun’ ekber
ce feził û îḧsan, ce qeza û qeder
ce enwa’ xelq, řiştey muxtelîf
ḧeddiş ne ḧîsab menden bê te’rîf
giroy ademî fewc firîştan
cînin û şeyatîn, tuyûr û ḧeywan
yekser xełqindey xellaq ’amen
řozî dehnidey zî řoḧ temamen
ce ekil û ce şurb, sewt û ḧerekat
ce mewt û ce řizq, ce nutiq û ḧeyat
cumle ne defter ’îlim qedîmen
sîfetî řeḧman, cîlwey řeḧîmen
be’zê řesûl û be’zê nebîyen
be’zê ne îxlas, be’zê welîyen
be’zê salîḧ û be’zê murşîden
be’zê talîḧ û be’zê murîden
be’zê şehîd û be’zê muctehîd
be’zê muqîřřen, be’zê mu’anîd
be’zê ’aşiqen, be’zê me’şûqen
be’zê ce negbet kirde mesbûqen
be’zê tac daru, be’zê bê kula
be’zê mun’emen, be’zê bê newa
be’zê amîren, be’zê me’mûren
be’zê dił ḧezîn, be’zê mesrûren
be’zê ne cehil û be’zê ’alîmen
be’zê ne gezend, be’zê salîmen
be’zê ḧelîmen, be’zê tund xû
be’zê řû guşad, be’zê zuşt řû
be’zê tendirust, be’zê ’elîlen
be’zê ne şebab, be’zê zelîlen
be’zê ne řay ḧeq, be’zê mubtîlen
be’zê sade lewḧ, be’zê muḧîlen
be’zê sadîqen, be’zê kazîben
be’zê meczûben, be’zê cazîben
be’zê şecî’en, be’zê cebanen
be’zê meḧkûmen, be’zê ’îsyanen
be’zê ne ḧeqîq, be’zê mecazen
be’zê ne ’alem dił bê nyazen
be’zê etîbba, be’zê keḧḧalen
be’zê her ne fîkir ceřařîy małen
be’zê ’ettar û be’zê bezzazen
be’zêşyan xeyyat, be’zê qezzazen
be’zê ne bey’en, be’zê ne xiřîd
be’zê me’yûsen, be’zê be umîd
be’zê etreşen, be’zê nabîna
be’zê dest û paş neqsen ne e’za
kesê turmepoş dara esasen
kesanê muḧtac parçey pelasen
kesê ne zerer, kesê ne sûden
kesanê qasîd, kesê meqsûden
kesê elbîseş ne kucareten
kesanê her řo ne tîcareten
kesanê saqî, kesê badenoş
kesanê sakît, kesê ne xiroş
kesê ne dinya dił bê azaren
ce yem ’uqba meskenş naren
kesanê be feqir û faqe me’lûfen
kesanê wasîf, kesê mewsûfen
kesê nêk û bed ce laş yeksanen
kesanê muḧtac yek pare nanen!
be’zê ce dinya û ’uqba xasîren
be’zê ne herdû cageş faxîren
be’zê ne «sincab» şahî ne xwaben
be’zê ser ne seng, ferşiş turaben
yekê ce mey mest, yekê ce dewłet
yekê ce ’eyş mest, yekê ce negbet
yekê mest zuhd, yekê mest fîsq
yekê mest cû’, yekê mest řizq
yekê mest şewq, yekê mest derd
yekê surx řû, yekê řûy zerd
yekê mest dinya, yekê mest dîn
yekê mest fîtne, yekê mest kîn
yekê mest ’eqił, yekê eblehî
yekê mest teqwa, yekê gumřehî
yekê azaden, yekê esîren
yekê çun feqêNasnava edebî bestey tezwîren
ḧadîsey umûr ce her şeb û řûz
cumle merqûmen ce «luḧ alimḧifuzErebî»
yekser mezahîr feził û huneren
menût be umûr qeza û qederen
her kes mufterîy efkar wêşen
her kes ce talî’ wêş ne endêşen
«feqê diłNasnava edebî», ney ca kota ker kelam
ber muḧemmed bo selat û selam