mizgîn ji meřa bêt ji suř şirînê

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  372 Dîtin
mizgîn ji meřa bêt ji suř şirînê
canê xwe yê şîrîn didirim mizgînê
sed çîn di xwe da girtîye zulfa te bi çîn
şi’ra me we ḧeq lew çû ḧeta maçînê
neqşên felekan guh didirin vê nezmê
tenha ne beşer her dikirin teḧsînê
’işqê ji xudê da tu bixiwazî jêřa
ger dê li neyarek xwe bikî nifrînê
yek secde tinê ferze di dînê ’işqê
bin ber qedê yarê di mecalê dînê
’aşiq ku bi dil fatḧeya ’işqê xwand
ayat yeka yek dikirin amînê
me ji le’lê lebê yarê vexwar avê ḧeyat
eẍyar bila têk biçin darînê
lazim bi xwe ayîneyê «ruḧ alْqudisErebî»y tu
lew kes nedîyn ḧûrî bi vê ayînê
ca’iz bi te «mînْ ḧeyْsu albeşerْErebî» nisbet dan
bihin û şefeq û nazkîya nesrînê
ev řenge fesaḧet ji beşer siḧrê ḧelal
i’cazê beyan anîye ber tedwînê
da nale û ahên me ji dil seḧ bikirî
wer guh bide hindavî serê balînê
ferhadKes dizanit tu ji perwîzKes me purs
etwarê ẍemê ’işq û suřa şîrînê
bê nuqte nehin da’re iḧsan ke melaNasnava edebî
dewwar çi kit da’reya tekwînê!