me bi dil nêrgizîyên xasse divên

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 6 Xulek  702 Dîtin
me bi dil nêrgizîyên xasse divên
semen û yasemînên taze divên
nazk û neyşekerên tuḧfe divên
sûsnên nazk û terwende divên
dilberên dêm duř û duřdane divên
kewkebên şewq û şefeq zuhre divên
nazperwerde û şehzade divên
sayeperwerde me bê perde divên
seru qed dêm gul û leb ẍunçe divên
«ayh alilhErebî»ê şerîf nusxe divên
lê bi i’rab û xet û cezme divên
dilrubayan ne tinê ẍemze divên
bi mesîḧa sifetê ’işwe divên
samrî siḧir sifet şêwe divên
senemên suř ji semed her me divên
ji me eswed ḧeceran secde divên
bi zyaret me ji wan bûse divên
turreya şeng dil aşufte divên
mihirdarên xwe di pijmurde divên
pêşkêşa te me dused nafe divên
sed hezar etles û hem xare divên
her li bo zînet û xemla te divên
textebend û sifetên qeyserîyê
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê
puř ji dîna te ẍerîbim xanim
ji te ser ta bi qedem ḧeyranim
her bi can teşnelebê le’lanim
dil di benda girha zulfanim
yûsfê cer’ekeşê hicranim
nuqteyê da’reyê zindanim
lew şubî da’reyê sergerdanim
badenûşê qedeḧê ḧirmanim
bi dil ateş ji ceger biryanim
lew perîşan û puř êşanim
’aşiqê nazk û meḧbûbanim
tu nebîn bê ser û bê samanim
gulê baẍê iremê buhtanim
şebçiraẍê şebê kurdistanim
çi tebî’et beşer û insanim
«lilh alḧimdErebî» çi ’alî şanim
di řîya yarê li řêza sanim
lew di iqlîmê suxen xaqanim
sibehî ’îde û ez pê zanim
ku bi kêra te seḧer qurbanim
xweş birîndarekî bê dermanim
carekê şefqeke rûḧim û canim
ji xudê řa veke benda berîyê
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê
sûsnên taze û mişkîn dalan
bes perîşan ke li ser sermalan
vede carek tu ji dora xalan
ji dil em dayîne ber çengalan
xencer û řim û şîrên qettalan
nezerê wer bide saḧb ḧalan
demekê da biseyrîn sed salan
lew elf tên me di ḧerfên falan
ku li şeklê řeqemê sersalan
twî murada me ji ’er’erbalan
zimzim û deng û zimhina lalan
cezbe da me bi hezar eḧwalan
lew dinalim ji neseq ’ebdalan
ku bi mestî didirin yek palan
’enberên xemrî û sûsin alan
suhir û zer şetrî û çîçek walan
misrîyê wan ji me dil kir kalan
te ji qews û quzeḧên xilxalan
ku bûyîn da’re şubhet halan
xemrîyên xemzede nisbet dalan
ku çevandîne ji řeng kopalan
misrîyan wer bide ber sîqalan
zuhre řengê we şefeq muşterîyê
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê
sunbulan taze musenna nekirî
turreya şeng muterra nekirî
xemrîyan şîfte tuẍra nekirî
’er’erê xare û dîba nekirî
dil û dîn ẍaret û yeẍma nekirî
serê sewdazede sewda nekirî
dilê ẍemdîdeyê ma şa nekirî
kuştîyê xencerê biřřa nekirî
guhryê nergisê şehla nekirî
li me bê perde tecella nekirî
me ji qeyda xwe tesella nekirî
sa’etê vê se’etê řanekirî
de’weyê dilberîyê ta nekirî
me divê ’enberîyan şanekirî
cilweyek mîrî û şahane kirî
lê xeramê li me mestane kirî
ji me dil ke’be û butxane kirî
pêşî şem’a xwe me perwane kirî
wehe carek me tewella nekirî
ẍencekî qenc li mella nekirî
cegerê řîş mudawa nekirî
bikujî ’aşiq û perwa nekirî
qet birînê me te derman nekirî
li şehîdên xwe temaşa nekirî
ma we dilber dikirin dilberîyê!?
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê
herdu qewsên te ji qudret ne ji yeng
jê bi mîzan biřeşînin me xedeng
biderin sîne bi ser pence peleng
řom pişt dit ’ecemê bête feřeng
lê ne wek waq’eya gîw û peşeng
hilbitin qenc ji nêv ateşê ceng
bên sewaşê ḧebeş û nûbî û zeng
tu dizanî çi nehengin çi neheng!
veke le’lan tu ji ser şekkerê teng
ku çi murada te bûyîn pêt û peřeng
mestê cewra te me bê bade û beng
bê te cana li me ’alem bûye teng
ji cefaya te nema qet li me řeng
tu dizanî çi dibêjit ney û çeng
ji çi peyweste dinaln serê zeng
me dixûnin qed û bejna teye şeng
nêrgizên mestê bi naz û neyřeng
lê tu tûba we ezê xesteyê leng
çi bikim feyde ku êvare dereng
mutirban da nekevin çengê ji çeng
da nedit perdeyê ayîneyê zeng
wek melayî bi hezar řeng aheng
ku ji çenga me binalit xerçeng
bi feẍan bêt û ji ber sed ferseng
çi xeber dim ji dilê tey wekî seng
dikujî ’aşiqê miskîn bi tifeng
nekirî terk tu vê kafrîyê
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê
bi qedê nêrgiza buhtanî
nazkek şeng şubî reyḧanî
çi xet işkeste şirîn reyḧanî
ku te pê nesix kirî dîwanî
«alilh alilhErebî» ji çi řeng insanî
yûsfê leb şekerê ’ibranî
bese ger wek te bidîrit sanîErebî
ḧûrîyên rûḧ sifet rûḧanî
wek te ser ta bi qedem nûranî
wek te ḧaşa hebtin şîranî
«eḧsin alilhErebî» ji sirra subḧanî
ku cemalek we munezzeh anî
di misalek beşerî da danî
me bi ilhamê îlahî zanî
bi nişanê qudret bê nîşanî
çi nişan zulmetê nûr efşanî
li cemala semedî burhanî
tu li derḧeq me çiřa erzanî?
ku seḧergeh bimeşî seyranî
te melaNasnava edebîyê xwe qe carek nanî
bi ser’efrazî û ’alî şanî
secde bit ber qedema sultanî
ne tinê rûḧî tu rûḧ û canî
zîneta ḧusin û suřa xûbanî
tacê ferqê serê meḧbûbanî
tu li ser dilberan xaqanî
tu bi şîranî û leb şekkerîyê
dînberê ḧûrî misalê zerîyê
nazkê neyşekerê suřperîyê