ẍema ’işqê perihtim ez, ḧebîba ẍemřevîn kanê?

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  561 Dîtin
ẍema ’işqê perihtim ez, ḧebîba ẍemřevîn kanê?
seraser têk bihêtim ez, ji derdê ferq û hicranê
firaqa dilbera řinde, bihêtim her wekî finde
muslimanek di řê min de, xeber bit balî sultanê
xeber bit bal şekerxayê, şepal û xûb û zîbayê
ku mîre belkî bîr nayê, esîrek wê di zindanê
esîrim lerze û tavê, m taqet vê ne perwa vê
di ḧebsa wê qe min navê, bikim feryad û efẍanê
m navê ez bi feryad kim, li zulma dilberê dad kim
seḧî dê şubhî ferhad kim, bidim rûḧê ji kovanê
ji kovana te şîrînê, dinalim şubhî goyînê
diřêjim hêstirên xwînê, wekî tavê di baranê
wekî berqa buharî ez, ji dest çeşmên xumarî ez
dikim feryad û zarî ez, meger carek kî iḧsanê
tu puř iḧsan xwey řeḧmî, li derwêşan a bê xeşmî
çi bîtin ger bi nêv çeşmî, nezer kî tu li astanê
li min pursek bi dildarî, dibit hemtayê dîdarî
vewestaym di ferwarî, li ’ebdê xwe ke fermanê
di fermanê vewestaym, di benda xidmetê daym
wekî goy bê ser û paym, heman lê dî tu çewganê
li ber çewgan û kaşûyan, ji derba turk û hindûyan
dibazim her wekî goyan, dema ew têne meydanê
dema ew tên bi bazî tên, di gel qewsên şîrazî tên
çi mûkarin di tazî tên, bi de’wa têne lêkdanê
bi de’wa tên me yeẍma kin, di ’amê şûr û ẍewẍa kin
sewaş û fitneyan řakin, bi şîr ew têne talanê
du talançî di meşhûr tê, ji me’den ’eynî kafûr tê
di têkil zulmet û nûr tê, me kufrî dî di îmanê
me kufrî dî di islam bê, ji şerqê zulmet û şam bê
ji zulfan ’enberê xam bê, kinarê xal û nîşanê
du zulfê ’enber’efşanin, du le’lê şekkeristanin
du çeşmê siḧrê fettanin, dilê min wan xedeng danê
dilê min wan xedeng lêda, di burca rûz û şeb têda
li selwa mar livîn pêda, bi mestî hate seyranê
li selwê mar bi lef hatin, di burca tîp bi sef hatin
ji batin tîr bi xef hatin, ji ber benda girîbanê
ji ber benda niqaba wê, li ber fetla ’isaba wê
cemala mahtaba wê, me bedrek dî di seywanê
heyîv bû ew di zulmatê, dixum sûndê bi ayatê
ku nûrê da semawatê, esed hat řastî mîzanê
qemer hat řastî perwînan, ji bo xemlê şemal înan
me nêrgiz dîn di nesrînan, di nêv baẍê gulistanê
di baẍê min medam dil tê, cinesrî û sûsin û gul tê
benefiş û terḧ û sunbul tê, çevîn ser şubhî reyḧanê
li dêmî sunbulan ser dan, çevîn ser sûsin û werdan
li mahê ’eqreban geř dan, di serda abê ḧeywanê
ji ’işqê lew melaNasnava edebî xeste, ji ḧerfa badeyê meste
ji hûş û ’aqlî řeste, li der goşên di meyxanê