nazkek min seḧerê dî bi cemala xwe ne wek

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  401 Dîtin
nazkek min seḧerê dî bi cemala xwe ne wek
ḧûr û wildan û perî bû, ne beşer bû, ne melek
wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
«eḧsen allihu tebarekErebî» ji du çehvên di belek
sunbulên teř li gulan pal bi mestî diderin
sûsnên taze li nesrîn wereqan bûne helek
nazka min ku bi mestî di çemen hate xeram
ji ḧesed çûne xusûfê meh û mihrê di felek
ê ji ẍeflet te bibînit ku dimînit? heyhat!
te bi çehvên di belek kuştine mezlûm gelek
zerreyek ’işq giha kê û ji ’eqlê xwe nebir
«kulّû mînْ sadefehu dahîyeةû alْ’îşqî helekْErebî»
xusrewê ’işqê ku řûnişt li ser textê wucûd
«feteḧe alْqelbe ’eley alْfewrî we lîlْrewḧî melekْErebî»
weh çi ’işq û çi selamet herdu dûrin ji yekê
«kulّû menْ yesْluku ḧubّaً subule alnar selekْErebî»
ah bêgav ji dil tên me ji pêta di ceger
bes tu bê feyde nesîḧet ke me dil bûye pelek
ma ji ’umrê me çi mabit were êdî v me řa
da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek
di istiwa’ê ku ji ḧusna te veda lam’ekê
«nezere alşemْsî mîne alşerqî îlî alْẍerbî delekْErebî»
aftabê ku ne teswîr ji ḧusna te bitin
«nuruha fî nezerî zulْmeةû dac we ḧelekْErebî»
ji hewa bend te kirim şubhetî bayê di sivk
çi ji biska te bibêm? ah ji biska te çelek!
ez ji biska te veřistim me teleb kir lebê le’il
lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek
bi umêda te humayê ne melêNasnava edebî toř veda
wer temaşayê cehan bûye hemî toř û şebek