ji ře’na nêgzên tey mest û xûnrîz

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  489 Dîtin
ji ře’na nêgzên tey mest û xûnrîz
zeman bû ’ehdê ceng engîzê cengîz
te canê min divêt ey canê ’alem
ji min bistîn bi le’lên xwey şekerrîz
du ’enber bû li şimşadî bi mestî
vebestin lew hewa bû ’enber’amîz
ji axa astanê mistekê bîn
li daẍan da bibînim xweş seba tîz
tinê ferhad dizanit lezzetê ’işq
ku wî can daye şêrînê ne perwîz
tulû’a ma ji bo gîtî şefeq da
ji şîrazê şu’a’ê daye tebrîz
teb û tabê hezar işkence da dil
ji şîrazê nigahî mestê tebrîz
îlahî nêrgiza mey mest û nazk
ji destê xwar û bedxiwahan biparîz
ku lê têt ew qebayê asmanî
letîfa şeng û nazk wek belazîz
sewaşek řêhte dîsa ’alema dil
bi cadûyê du çeşmê fitne engîz
xeba’is teb’e jahil seg sirişte
yeqîn ew ker ji canan lew dikit bîz
melaNasnava edebî canê te çawa pehlewan kir
li tayên xemrîyan zulfa dil awîz
ji ḧusna bê nişan nadî nişanek
nişanî ger ji dil nekira bi perhîz
mebîn ev ger bi sûret ademîne
ḧemî darin ji êgir řa kirî řîz