siřřê weḧdet ji ezel girtîye ḧetta bi ebed

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  920 Dîtin
siřřê weḧdet ji ezel girtîye ḧetta bi ebed
waḧd û ferdeNusxeyên din: waḧdek ferde bi zatê xwe wî nînin çu ’eded
di qidem da ezel û ’eynî ebed herdu yekin
sermedîyet we dixiwazit ne ezel bit ne ebed
ferqe waḧd ji eḧed lê di meqamê semedî
bi ḧeqîqet ku yekin herdu çi waḧd çi eḧed
yeke derya tu bizan qenc çi mewc û çi ḧebab
di esil da ku ḧemî ave çi av û çi cemed
aftabê eḧedîyet di xwe da girtîye kewn
ne ku ’ewrek heye lê girtîye çehvên me remed
ḧusnê zatê but û latan ji cemala semede
ji misalê senemî weh ku tecellaya semed!
ẍeyrî derya nîye seḧra bi ḧeqîqet emmaNusxeyên din: tu bizan
ji ruwê keyfe kuNusxeyên din: keyf û kemmê ev ave bûyî şubhî zebed
«kulّe yewْm huwe fî şe’enْErebî» nebî ẍafil jê
her peyapey ji şu’ûnan dikirit feyz û meded
ger di adem bidya siřřê ’ilim iblîsî
«ḧeynema ebserehu kebّere ḧînaً û secedْErebî»
çi zeman û çi mekan û çi cihatin çi ḧudûd
çi meqadîr û tefasîl û ḧisabin çi ’eded
çi munafat û luzûmin çi qyas û çi misal
ev çi tewlîde û çi terkîbe çi rûḧin çi cesed
ser bi ’eczê diderit quwetê derrakeyê ma
«rece’e alْqilb kelîlaً we metî qame qe’edErebî»
ḧîret û ’ecze serencam di babê nezerê
«kî bih xalq nizir qasir mixluq risdFarsî
guftugo me’irfetê çendî melaNasnava edebî peyda bikî
gewhera me’irfetê naghitê kes bi xired